Li Helsînkiyê li dijî şerê qirêj çalakiyek hate lidarxistin

Li dijî şerê qirêj a ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser Kurdan li Helsînkiyê li ber parlementoyê çalakiyek hate lidarxistin.

Li dijî şerê qirêj a ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser Kurdan û êrişên dagirker li Helsînkiyê li ber parlementoya Fînlandiyayê çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku leşkerên Tirk li hemberî gerîlayên Kurd çekên kîmyewî û gazên qedexe bi kar tîne û ji ber van êrişan gelek gerîla şehîd dibin.

Ji bo balkişandina van êrişên li ser gerîlayê Kurd û ji bo protestokirina bêdengiya welatên Ewropayê komek çalakvanên Kurd kincên spî li xwe kirin û li ber parlementoyê kon vedan. Pankartên li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên hatine qedexekirin li ser kon hate daliqandin û derbarê êrişan dosyeyek pêşkêşî parlementoyê hate kirin.

Di dosyeyê de hate xwestin ku bila li ser çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk bi kar tîne nîqaş were kirin û heyetên pêwendîdar biçin qada ku êriş lê tê kirin.

Di dosyeyê de hate diyarkirin ku li dijî gefên êrişê yên ku Erdogan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike jî dewletên Ewropayê peywira xwe bi cih bînin.