Li Helsînkiyê danasîna pirtûkên Ocalan hatin kirin

Li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye, her sal di meha Cotmehê de fûara Varjo tê lidarxistin. Di fûarê de danasîna pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate kirin û li ser rewşa Rojava agahî hatin dayîn.

Li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye,  fûara pirtûkan a Varjo her sal di meha Cotmehê ji aliyê rêxistinên antî-otorîter û aştîxwaz ve tê amadekirin. Di fûarê de pirtûkên girêdayî fikrên antî kapîtalîst, anarşîst, antî faşîst, femînîst û ekolojîstî tên nasandin û firotin. Navenda Civak Demokratîk a Kurd (NCDK) jî îsal tevlî fuarê bû û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan nasandin û belavkirin.

Her wiha Losen Pressê têkildarî wergera broşûra "Make Rojava Green Again" ya bi zimanê Fînî semînerek da. Di semînerê de broşur dan nasandin û li ser rewşa dawîn a Rojava agahî hatin dayîn.