Li Helsîngborgê şehîdên Qamişlo hatin bîranîn

Sersaxiya ku beriya du rojan ji bo her sê cangoriyên di encama êrişa li ser Qamişlo de şehîd bûbûn, li Komeleya Çand û Huner ya bajarê Helsîngborg bi merasimekê bi dawî bû.

Bîranîn bi yek deqe bêdengî ji bo pakrewanan destpêkir û piştre Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal bi riya skype’ê peyama sersaxiyê ji bo malbat û kesên amade yên di merasîmê de xwest û got: “Şehadeta wan her sê kesan ji bo me pir giran bû û em hevparê xemgîniya gelê xwe ne. Ez bi xwe niha ji Strasbûrg ji qada çalakiya ji bo azadiya Rêber APO beşdar dibim. Bi taybet şehadeta apê Yûsif ji bo me pir giran bû. ji ber ku her ji destpêka destpêkirina tevgera azadiyê malbata Gulo bi taybet apê Yûsif weke mînaka welatparêzî û dildarê doza azadiyê bû. ji ber vê çendê dijmin bi taybet ew kirin hedef. Riya tola şehîdan ji serkeftina doza kurdistanê re derbaz dibe.”

Di berdewamiya bîranînê de Necah hevjîna Şehîd Mistefa Kurê Yûsif Gulo û dayîka Şehîd Mezlûm bi riya skype’ê peyama xwe ji bo beşdarvanên bîranînê pêşkêş kir û got: “Ez jî sersaxiyê ji tevayî gelê Kurd û kesên amade dixwazim. Ev bûyer dûr ji pîvanên mirovahî bû, heger sê kes ji malabata Gulo çûn, bila dijmin bizanibe, em bi hezaranin. Şehadeta wan her sê’yan dunya hejand. heger dijmin îro berê xwe dide bajaran, ev jî encama têkçûna dewleta Tirk a li hember gerîllayên qehreman e. Û di her derê de destê Erdogan û koma xwe ya xwînxwar û faşîst şikand.”

Piştî axaftinan sînevîzyona ku li ser jiyana her sê şehîdan hatibû amadekirin, hate nîşandan. Biraziya şehîd Yûsif, Şêrîn Gulo jî piştî sînevîzyonê axaftinek kir û anî ziman: “Mezlûm û Mihemed lawê apê min û Yûsif Gulo apê min bû. Serxaxiyê ji we tevan re dixwazim û tevayî şehîdan bibîr tînim. Ez bi navê xwe û malbata xwe, dewleta Tirk a faşîst, kujer û hov şermezar dikim. Bese ji kuştin û rijandina xwîna Kurdan. Bila baş bizanibin em zarokên perwedeya Serok Apo û Yûsif Gulo ne.”

Piştre peyamên gelek sazî û rêxistinên Kurdan yên li Skandînaviyayê hatin pêşkêşkirin, di peyamand de hevxemiya bi malbata şehîdan re hat diyarkirin û soza şopandina doza şehîdan hate dayîn.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bimre xiyanet” bi dawî bû.