Li Heîlbronnê şehîd Berjîn Zenda hate bîranîn

Li Heîlbronnê şehîd Berjîn Zenda û hevalên wê hatin bîranîn. Di bîranînê de dayika şehîd Berjîn Zenda, Zelîş Demîr axivî û anî ziman ku Berjîn ji bo azadiya gelê xwe berê xwe da çiyayên azad.

Li bajarê Heîlbronnê yê Elmanya Şehîd Berjîn Zenda (Ayşe Demîr) û 5 hevalên wê yên ku di dema êrîşa artêşa dagirker ya Tirk de li nêzî gundê Kêste şehîd ketibûn, hatin bibîranîn. Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Heîlbronnê bi tevlî bûna malbat û rê hevalên wê pêk hat.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir. Piştî rêzgirtinê rê hevalên Berjîn Zenda axivîn. Di axaftinê de hate gotin ku şehîd Berjîn Zenda weke rê hevalên xwe Delal Amed û Sakîne Cansiz ji bo azadiya gelê Kurd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi têkoşînê navê xwe li dîrokê nivîsand.

Di bîranînê de dayika şehîd Berjîn Zenda, Zelîş Demîr jî axivî û anî ziman ku Berjîn ji bo azadiya gelê Kurd berê xwe da çiyayên azad û got: “Berjîn ji bo azadiya gelê Kurd û azadiya Rêber Apo tevlî kervanên şehîdan bû. Ez weke dayika wê bi têkoşîna wê serbilindim. Ez ê heta dawiyê li ser şopa wê bimeşim.”

Bîranîn bi sînevziyon û dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” dawî bû.