Li Heîlbronn û Hannoverê şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn

Li bajarên Heîlbronn û Hannover ê Elmanyayê jî şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn.

HEÎLBRONN

Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê bi organîzekirina TJK-E’yê li NCDK’a Heîlbronnê ji bo bîranîna şehîdên meha Cotmehê civînek hate lidarxistin.

Malbata Amara Cûdî yê ku di 5’ê Cotmehê de bi çekên kîmyewî hatibû şehîdkirin û malbatên şehîdan jî tevlî bîranînê bûn.

Çalakvana TJA-E’yê Dilpak Amed axivî û di şexsê şehîdên meha Cotmehê de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî. Amara got “Têkoşîna me ya azadiyê têkoşîna şehîdan e. Her yek ji wan çîrokeke wan a têkoşînê heye. Tekane armanceke wan hebû. Welatekî azad û nasnameyeke azd. Dema qala şehîdên meha Cotmehê tê kirin Ivana Hoffman û Andrea Wolf jî di nav de gelek şehîdên jin ên enternasyonal jî tên bîra me.”

Di bîranînê de xwişka Amara Cûdî, Nûşîn Ramadan jî axivî û got “Hemû şehîdên me ji bo me serbilindî ye. Xwedîderketina li wan deynê di stûyê me de ye. Em malbata Amara Cûdî em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna wê derkevin.”

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser şehîdan hate temaşekirin.

HANNOVER

Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê jî bi pêşengiya TJK-E’yê li Kornê şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn.

Di bîranînê de Jînda Denîz li ser navê tevgera jinan axivî û got “Wateya her şehîdekî di dîroka PKK’ê de xwedî cihekî mezin e. Hinek şehîdên me, pêşiya vê şoreşê vekirine û ji me re bûne pêşeng.”

Di bîranînê de nûnerên KOMAW, Meclîsa Jinan a Ronahî, NAV-DEM Hannoverê jî axivîn.