Li Hannoverê destgîrkirin û karanîna çekên kîmyewî hate şermezarkirin
Li Hannoverê bêdengiya YE’yê ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker û êrîşa polîsên Hollandî yên li dijî çalekgeran hate şermizarkirin.
Li Hannoverê bêdengiya YE’yê ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker û êrîşa polîsên Hollandî yên li dijî çalekgeran hate şermizarkirin.
Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê welatiyên Kurd li ber Hauptbahnhofê kom bûn û êrîşa duh ya polîsên Hollandî ya li dijî çalakiya şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî pêk hatî şermezarkirin.
Çalakî bi pêşengiya NAV-DEM Hannoverê pêkhat, di çalakiyê de bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker ku li dijî Herêmên Parastina Medya bikartîne û bêdengiya Yekîtiya Ewropa (YE) ya li hemberî wê hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de hat diyarkirin ku bêdengiya Yekîtiya Ewropa ya li dijî bikaranîn çekên kîmyewî ku sûçê şer e nayê qebûlkirin û bêdengiya YE’yê hate şermezarkirin. Her wiha destgîrkirina ciwanên ku ji bo şermezarkirina karanîna çekên kîmyewî li ber avahiya OPCW’ê kom bûn jî bi tundî hate şermezarkirin. Girseya gel xwest demildest OPCW xwedî li peywîra xwe derkeve û ji bo lêkolînê jî bikeve nava hewldanan.
Piştî daxuyaniyê, belavok hatin belavkirin. Piştre çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana gelê Kurd” bi dawî bû.