Li Graz, Lîmasol û Stockholmê êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk hate protestokirin
Li Graz, Lîmasol û Stockholmê êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk û bêdengiuya welatên Ewropayê hate protestokirin.
Li Graz, Lîmasol û Stockholmê êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk û bêdengiuya welatên Ewropayê hate protestokirin.
GRAZ
Li bajarê Grazê yê Evûstûryayê êrişên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê bi kar tîne hate protestokirin.
Kurd û dostên wan ên Evûstûryayî saet di 15.00’an de li Sûdtîrolplatzê kom bûn û bi pankartan bal kişandin ser êrişên ku dewleta Tirk dibe ser Kurdistanê.
Di çalakiyê de belavokên bi Elmanî hate xwendin.
LÎMASOL
Li bajarê Lîmasolê yê Kibrisê jî êrişên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate protestokirin. Girse li Moloz Parkê kom bûn û êriş protesto kirin.
Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kibrisê hate organîzekirin û di destê sibehê de standa agahdarkirinê hate vekirin.
Di çalakiyê de pankart û dovîzên ku dewleta Tirk êrişên kîmyewî dike, hatin vekirin.
STOCKHOLM
Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye bi banga KCDK-E’yê gelê Kurd û dostên wan dewleta Tirk a ku çekên qedexe bi kar tîne, OPCW û hêzên navneteweyî yên bêdeng dimîne, protesto kirin.
Meş li Norra Bantorgetê hate destpêkirin û Kurdên li Gavle, Vesteras û Ûpsalayê jî tevlî meşê bîn.
Çalakgeran ji bo balê bikişînin ser hovîtiya dewleta Tirk kincên spî li xwe kirine û heta Parlementoya Swêdê ya li Myntorgetê meşiyan.
Li qada mîtîngê Hevseroka NCDK’a Îskandînavyayê Nadya Salih axivî û got “Gerîla sembola berxwedanê û rûmeta me ye lê îro bi çekên kîmyewî yên qetilkirin. Gerîla şerefa Kurdan diparêze. Em ji peymanên navneteweyî û mafên mirovan ên Ewropayê bawer nakin, ji ber ku bi çekên wan em tên kuştin.”