Li Frankfûrtê bikaranîna çekên kîmyewî hate protestokirin
Kurdên li Frankfûrtê êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk protesto dikin.
Kurdên li Frankfûrtê êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk protesto dikin.
Nerazîbûna li hemberî êrişên bi çekên kîmyewî yên li ser gerîlayên Kurd didome.
Çalakiya ku di 11’ê Mijdarê de li Haûptwacheya Frankfûrta Elmanyayê hatibû destpêkirin di roja duyemîn de didome. Gelê Kurd bi tevlêbûna pêkhateyên FCDK-KAWA kom bûn. Çalakvanan êrişên bi çekên kîmyewî ku dewleta Tirk a faşîst li Kurdistanê dike û saziyên navneteweyî yên li hemberî vî tiştî bêdeng dimînin, protesto kirin.
FCDK-KAWA’yê ji bo çalakiya sibê wê li Strasboûrgê pêk were jî banga tevlêbûneke xurt kir.
Di çalakiyê de gelek belavokên li ser polîtîkaya şerê qirêj a dewleta Tirk hate belavkirin.