Li Ewropayê şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn

Malbatên şehîdan diyar kirin ku berxwedana destanî ya gerîlayan îro ji bo Kurdan manîfestoyeke mezin e. Malbatan soz dan ku ew ê têkoşîna şehîdan bigihînin serfiraziyê.

PARÎS

Gerîlayên di meha Cotmehê de di nav refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne, li bi pêşengiya Komîteya Malbatên Şehîdan û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê li NCDK’a Parîsê hatin bîranîn.

Li eywana bîranînê de wêneyên şehîdên meha Cotmehê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PKK’ê hate daliqandin.

Di çalakiya bîranîna şehîdan de Dayika Têlî axivî. Dayika Têlî diyar kir ku xeta berxwedana Bêrîtanê îro jî bi heybeta xwe ya mezin didome û got “Em li ku derê bin, divê em têkoşînê geş bikin. Di sala 1994’an de dema ku em hatin Ewropayê ev têkoşîn evqasî ne mezin bû. Bi saya girêdanbûna bi Rêbertî û şehîdan îro li her dera dinyayê ji bo Kurdistanê têkoşîn tê meşandin. Roj roja geşkirina berxwedanê ye.”

Nûpel Mûnzûr jî li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê axivî û got “Em ê xwedî li mîrateya serbilind a şehîdên xwe derkevin û em ê têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdar bikin.”

Di bîranînê de sînevîzyona li ser şehîdên meha Cotmehê hate nîşandan.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê jî ji bo bîranîna şehîdên meha Cotmehê bîranînek hate lidarxistin.

Bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkanê saet di 13.00’an de li NCDK’ê hate lidarxistin. Posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên kadroyên pêşen ên şehîdên meha Cotmehê li eywanê hatin daliqandin.

Di bîranînê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd Evîn Botan axivî. Piştî axaftina Evîn Botan sînevîzyon hate temaşekirin û Koma Çar Sînor derket ser dikê.

MONTPELLÎER

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê jî ji bo bîranîna şehîdên meha Cotmehê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê Komuna Jinan a Delal Amedê ve saet di 14.00’an de li lokala NCDK’ê hate lidarxistin. Bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di axaftinan de hate gotin u “Civakek heta ku armanca şehîdan bi cih neyne, ew civakeke bi problem e. Girêdayîna bi şehîdan tê wateya pêkanîna armancên wan. Em careke din şehîdên xwe bi hurmet bi bîr tînin.”