Li Dûîsbûrgê li dijî êrişên kîmyewî stant hat vekirin

Li Dûîsbûrga Elmanyayê li dijî êrişên kîmyewî stantek hat vekirin.

Li dijî êrîşên kîmyewî li bajarê Dûîsbûrgê stantek ya agahdarkirinê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Asya Yuksel hat vekirin.

Çalakvanan diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li ser gerîlayan de ji ber ku nekarî encam bigire serî li karanîna çekên kîmyewî daye.

Di çalakiyê de bertek nîşanî bêdengiya di serî de OPCW û hemû dewlet û saziyên navnetewî hate dayîn.

Her wiha daxuyaniya Tevgera Jin a Kurd ya li Ewropa (TJK-E) hat xwendin, belgeyên têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî hatin belavkirin.