Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi armanca derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” çalakiya konvedanê hatibû destpêkirin. Çalakiya ku di roja pêncemîn de berdewam dike, endamên Meclîsa Jinan ya Arîn Mîrkan dewr girtin. Jinên ku heta niha gelek îmze komkirine, ji bo kesên ku serdana kon dikin pirtûkxaneya Abdullah Ocalan didin nasîn.
Di çarçoveya çalakiyê de jinan di saet 11:00’an de ji bo agahdarkirinê belavok belav kirin. Konê ku pirtûkxaneya Abdullah Ocalan jî tê de ye, her roj ji aliyê gelek saziyan ve tê ziyaretkirin.
Di çalakiyê de ji Kurdistanî û dostên wan hate xwestin ku roja Şemiyê her kes tevlî çalakiya ji bo Roja Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku çalakiya li Marsîlyayê wê di saet 13:00’an de li qada Canabîera destpêbike û heta qada Vieeux Port wê meş were li darxistin.