Li Darmstadtê şehîd hatin bîranîn
Gerîlayê HPG’ê Mazlûm Mat (Kendal Azad Botan) ê ku di meha Îlonê de li Herekolê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê hate bîranîn.
Gerîlayê HPG’ê Mazlûm Mat (Kendal Azad Botan) ê ku di meha Îlonê de li Herekolê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê hate bîranîn.
Di 19’ê Îlonê de li Çiyayê Herekolê ya Sêrtê gerîlayê HPG’Ê Mazlûm Mat (Kendal Azad Botan) di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de bi SÎHA’yê şehîd bûbû.
Bi sedan kes li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Darmstadtê ya Elmanyayê hatin ba hev, şehîd Mazlûm Mat û şehîdên meha Cotmehê bîr anîn.
Piştî rêzgirtinê Dîlan Amed li ser navê TJK-E’yê û li ser navê Komîteya Şehîdan a KOMAW’ê jî Lokman Karaaslan axivîn.
Dayika wî Sila Mat û birayê wî Ferît Mat jî di bîranînê de amade bûn.
Dayika wî Sila Mat got “Ez li hemberî têkoşîna rûmetê ya Mazlûm û ya bi hezaran şehîdên li ser vê xetê bi rêzdarî bejna xwe ditewînim.”
Birayê wî Ferît Mat jî got “Mazlûm jî wekî rêhevalên xwe li ber xwe da û îro tevlî nav refên şehîdan bû. Bi qasî ku ew ji bo me hêja bû, ji bo gelê xwe jî hêja bû.”ü
Lokman Karaaslan jî Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di serî de şehîdên meha Cotmehê bîr anî û got “Dewleta Tirk li hemberî tevgera neteweyî ya Kurdan tu encam bi dest nexistiye. Dewleta Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer kir. Ji bo ku em vî tiştî îfşa bikin û rastî derkeve holê em ê dakevin qadan.”