Li Darmstadtê li dijî çekên kîmyewî standa agahdarkirinê hat danîn
Di standa agahdarkirinê ya li Darmstadt’ê hat danîn de bal hate kişandin li ser êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk li hember gelê Kurd.
Di standa agahdarkirinê ya li Darmstadt’ê hat danîn de bal hate kişandin li ser êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk li hember gelê Kurd.
Li bajarê Darmstadt a Elmanyayê bi armanca balkişandina li ser çekên kîmyewî yên dewleta Tirk di êrişên dagirkeriyê de bikar tîne û sûcên wê yên şer, standek ya agahdarkirinê hat danîn.
Standa agahdarkirinê ji aliyê Saziya Jinê ya Rosa hat organîzekirin, di belavokên ku li wir hatin xwendin de hate gotin ku dewleta Tirk bi salane di êrişên xwe li hemberî gelê Kurd û şervanên wê de çekên kîmyewî bikar tîne, lê tevî hebûna delîlan, bêdengiya raya navnetewî kiriye ku dewleta Tirk êrişên xwe zêdetir bike.