Li Darmstadt’ê stanta dijî kîmyasalê hate danîn
Kurdistaniyan bi pêşengiya Saziya Jinê ya Rozayê bi armanca agahdarkirina gel a li hemberî karanîna çekên kîmyewî ên dewleta Tirk a dagirker stantek danîn.
Kurdistaniyan bi pêşengiya Saziya Jinê ya Rozayê bi armanca agahdarkirina gel a li hemberî karanîna çekên kîmyewî ên dewleta Tirk a dagirker stantek danîn.
Li bajarê Darmstadt a Elmanyayê bi pêşengiya Saziya Jinê ya Rozayê êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li ser Qadên Parastinê yên Medyayê hat şermezar kirin.
Bi xwendina belavokan agahdarkirina ciwanên li hawîrdorê hat armanckirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku dema dewleta Tirk ya tevî ku ev 6 mehin bi hemû derfetên xwe êrişê gerîlayan dike û heya niha serketineke biçûk jî bidest nexistiye, vê carê çekên kîmyewî yên di asta cîhanê qedexe ne xiste devrê û hate gotin ku welat û saziyên navnetewî yên pêywendîdar vê yekê ji nedîtî ve hatine.