Li Bremen û Osloyê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin

Li bajarê Bremen a Elmanya û Oslo ya Norweçê bi çalakiyekê sûcên şer ên dewleta Tirk û bikaranîna wê ya çekên kîmyewî ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û gerîla protesto kirin.

Bi çalakiyan bikaranîna çekên kîmyewî û sûcên şer ên dewleta Tirk a li ser qadên gerîla û gelê Kurd bi çalakiyên cuda li Ewropayê tên protestokirin.

BREMEN

Di saetên şevê de girseya ku li pêşiya stasyona trenê ya navneda Bremen a Elmanyayê hatin ba hev, bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî û sûcên şer ên dewleta Tirk a li ser qadên gerîla û gelê Kurd. Hate gotin ku divê bikaranîna çekên kîmyewî asayî neyê dîtin û yên li ber sûcên dewleta Tirk jî bêdeng dimînin hevkarê vî sûcî ne.

OSLO

Kurd û dostên xwe yên li paytexta Norweç Osloyê hatin ba hev, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li pêşiya parlementoyê saet 15:00’an çalakiyek kirin.

Kurdistaniyan bang li hikûmeta Norweç, Neteweyên Yekbûyî û NATO’yê kir ku li dijî bikaraîna çekên kîmyewî û gaza jehrî ya dewleta Tir ‘bikevin tevgerê’.

Di çalakiyên de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG, YPJ û PJAK’ê hatin hildan û belavok belav kirin.

Di çalakiyê de siyasetmedarê Kurd û nivîskar Cellettîn Delîbaş axivî û got: “Îro li çar parçeyên Kurdistanê şer didome, ev şer dewama komployê ye. Sîstema Îmralî ji aliyê kê ve hatibe avakirin, ji aliyê kê ve tê birêvebirin, berpirsyarên van şeran jî ew in. Bikaranîna kîmyayê sûcê şer e. Li hember mirovahyê sûc e. Divê li ber vê hemû cîhan bibe xwedî helwest û dij derkeve.”

Çalakî bi dirûşman dawî bû.