Li Berlînê darbeya 4’ê Mijdarê hat şermezarkirin
Di çalakiya protestoyî ya bi minasebeta salvegera qirkirina siyasî ya li hemberî HDP’ê de Ertûgrûl Kurkçu got ku HDP îro ji berê zêdetir bihêztir e.
Di çalakiya protestoyî ya bi minasebeta salvegera qirkirina siyasî ya li hemberî HDP’ê de Ertûgrûl Kurkçu got ku HDP îro ji berê zêdetir bihêztir e.
Bi dehan kes li ser banga ADGB Berlînê li Berlîn Kottbûsser Tor’ê hatin cem hev û darbeya 4’ê Mijdarê ya li ser HDP’ê protesto kirin.
Tevî ku baran dibarî çalakî domkir û di axaftina destpêkê ya çalakiyê de hat diyarkirin ku 4’ê Mijdarê salvegera dîroka pêkhatina darbeya qirkirina siyasî ya li hemberî HDP’ê ye û ji ber vê ew kom bûne.
Serokê Fexrî yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu ku di bin baranê de xîtabê girseyê kir got ku HDP îro ji berê zêdetir bihêztir e.
Piştî axaftina Kurkçu bi zimanê Elmanî sedemên ku HDP çima rastî zextan tê û êriş çavkaniya xwe ji kû digirin hatin vegotin.
Girse dirûşmeyên “Zext nikarin me bitirsînin”, “Hoch dîe Înternationale Soldarîtat”, Emê bi berxwedanê serbikevîn” û “Şehîd namirin” berz kir.