Li Berlînê bi deh hezaran li dijî qedexeya PKK’ê meşiyan

Li Paytexta Elmanya Berlînê bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wê li djî qedexeya PKK’ê meşiyan û xwestin ku qedexeya li ser PKK’ê ya nûnerê rewa yê gelê Kurd e were rakirin.

Li ser banga Înîsiyatîfa Li Dijî Qedexeya PKK’ê zêdetirê 10 hezar Kurdistanî û dostên wan li paytexta Elmanya Berlînê li dijî qedexeya PKK’ê meşiyan.

Girseya ku di saetên sibehê de li Hermannplatz a Berlînê kom bû, meşa xwe li ser rêya Sonnenalle, Pannierstr, Glogauerstr, Wienerstr, Oranienstr berdewam kir û li qada Oranîenplatzê veguherî mîtîngê.

Girse dema ku nêzî Görlitzer Bahnhofê bû, li wir polîsên Berlînê ji ber ku pankartên ku qedexeya PKK'ê rexne dikin yên dayikên di nava girseyê de hildabûn girtin, ji bo demekê navber dan meşê.

Li Görlitzer Bahnhofê vekirina ala PKK'ê û fîşekên hewayî coşa girseyê zêde kir.

Di meşê de bi domdarî dirûşmeyên "Deutsche panzer raus aus Kurdistan", "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî Serok Apo", “Bijî berxwedana zindanê”, “Bijî berxwedana Rojava”, "Bê Serok jiyan nabe", "Hoch die internationale solîdarîtat", “Bijî Azadî”, "Bijî Rojava”, "Weg dem Verbot den PKK", "Sara, Rojbîn, Ronahî”, “Jin, jiyan, Azadî" û "Dîsa dîsa serhildan, Serokê me Ocalan" hatin berzkirin.

Women Defend Rojava jî diyarkir ku divê qedexeya PKK’ê bê rakirin û got ku qanûna 129b ya ku weke sedema qedexekirina PKK’ê hatiye bi nav kirin, ne tenê li ser Kurdan, ji bo hemû çepgiran hatiye sepandin.

Di daxuyaniya li ser navê Roten Hilfe de hat dayin de bal hate kişandin li ser pêkanînên derqanûnî û destgîrkirinên ji ber qedexeya PKK'ê hatine çêkirin.

Axaftinvanê li ser navê Azadî e.V jî navên girtiyên siyasî yên ku bi hinceta qedexeya PKK’ê li Elmanyayê girtî ne Kamûran Yekta Vesek, Merdan K. Mûstafa Çelîk, Gokmen Çakir, Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên Kurd xwendin û daxwaz ji dewleta Elmanya kir ku hemû girtiyên siyasî serbest berde.

ZUBEYDE ZUMRUT: DEST JI KRÎMÎNALÎZEKIRINA KURDAN BERDIN

Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut xîtabî girseya gel kir û bi silavkirina beşdarên yekemîn ên kongreya PKK’ê ya 27’ê Mijdara 1978’an dest bi axaftina xwe kir û got, “Îro hemû dewletên cîhanê behsa PKK’ê dikin. PKK’ê li dijî DAÎŞ’a ku hemû cîhan jê ditirse ji bo azadiyê şer kir. PKK nûnerê rewa yê gelê Kurd e. Ger dewletên Ewropa û Almanya dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe bila qedexeya PKK’ê rakin. Em bang li hikûmeta nû ya Almanyayê dikin dest ji krîmînalîzekirina Kurdan berdin!”

ENGÎN SEVER: HEKE HÛN AŞTIYÊ DIXWAZIN, DEST BI DIYALOGÊ BIKIN

Hevserokê KON-MED’ê Engîn Sever jî bi pîrozkirina salvegera PKK’ê dest bi axaftina xwe kir û got, “Li şûna qedexekirina PKK’ê divê Elmanya û dewletên Ewropayê spasiya PKK’ê bikin. Ev PKK bû ku gelên Rojhilata Navîn û civakên Ewropayê ji belaya DAÎŞ'ê rizgar kir. Divê ev tecrîda 28 salan a li ser gelê Kurd û tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe. Ger aştî tê xwestin, diyalog tê xwestin, divê bi tevgera Kurd û Rêberê Gelê Kurd re dest bi diyalogê bikin.”

HUSEYÎN YILMAZ: PKK RÛMET Û NAMÛSA ME YE

Li ser navê Komîteya Amadekar Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz axivî û got, “Ez cejna vejînê ya Serok Apo, gerîlayên li çiyayan li berxwe didin, hevalên me yên li zindanan û malbatên şehîdan pîroz dikim. Mirov dikare dewlemend be, bibe şaredar, wekîl û hwd û piştre ew jî dibe ku hemû pêdiviyên xwe yên madî winda bike. Ev ne pirsgirêk e. Lê eger mirov rûmet, keramet û namûsa xwe winda bike, nikare wê vejîne û bijî. PKK jî rûmeta me ye, keramet û namûsa me ye. Rêber Apo, gerîla, hevalên me yên di zindanan de û şehîdên me em ji nû ve zindî kirin û anîn cihê ku em îro lê ne. Ez wan hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim.”

Tevî barana zêde û provokasyonên polîsan jî girse heta dawiya mîtîngê bi biryardarî liberxweda.

Li gorî agahiyên ji komîteya amadekar hatin girtin, zêdeyî 10 hezar Kurdistanî û dostên wan beşdarî meş û mîtîngê bûn.

Li aliyê din Krîtîsche JurîstInnen helwesta polîsan a li qadê û tevahiya meşê şopand.