Li Berlînê 18’mîn salvegera damezrandina PYD’ê hat pîrozkirin
Di 18’mîn salvegera damezrandina PYD’ê bal hate kişandin li ser gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hate gotin ku wê gelê Rojava xwe biparêze.
Di 18’mîn salvegera damezrandina PYD’ê bal hate kişandin li ser gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hate gotin ku wê gelê Rojava xwe biparêze.
Li paytexta Elmanya Berlînê 18’mîn salvegera damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
NAV-Berlîn, Meclîsa Jin a Dest-Dan û gelek saziyên din tevlê pîrozbahiyê bûn.
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîa şehîdên Kurdistanê hat destpêkirin. Li ser navê komîteya amadekar ya pîrozbahiyê Deham Îbrahîm axaftinek hat kirin.
Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz îşaret bi şerê ku li Kurdistanê didome kir û got, “Li hemberî gelê Kurd ku li Rojhilata Navîn li dijî hişmendiya DAÎŞ’ê têdikoşe, îro çekên kîmyewî tê bikaranîn û hemû cîhan ji wê yekê re temaşe dikin. Gelê Kurd li dijî sîstema faşîst têkoşîna xwe didomîne. Li hemberî vê hişmendiya faşîzan her dem di nava têkoşînê de ye.”
Nûnerê PYD’ê yê Elmanya Xebat Şakir jî diyar kir ku gefên şer ên Serokkomarê Tirk ya li hemberî Rojava careke din dubare dibe û anî ziman; “Gelê Rojava xaka xwe diparêze, encax ger bikarin derbas bibin wê li ser cenazeyên me re derbas bibin. Rejîma Erdogan-MHP roj bi roj ji aliyê aborî û siyasî ve li rex gel xelas dibe û dixwazin hebûna xwe bi qetilkirina gelê Kurd ve bidomînin.”
Li ser navê Centrûm Kurdistanê Huseyîn Taşan jî bi minasebeta 18’mîn salvegera damezrandinê ji PYD’ê re serketin xwest û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk her rojê bi bombeyan gelê Kurd qetil dike. Dewleta Tirk a faşîst yê ku ji bo êrişkirina li ser Rojava amadekariyan dike, difikire ku hebûna xwe bi qetilkirina gelê Kurd bidomîne.”
Di merasîma pîrozbahiyê de her wiha Koma Vejîn, Îbrahîm Kurdî, Helbestvan Dimas, Koma Zozan û Şerîf Omerî stranên xwe pêşkêş kirin.