Li ber avahiya NDR çalakiya bêîtaetiya sivîl
Ciwanan li Hannoverê bi armanca teşhîrkirina Elmanya ku alîkariyê dide dewleta Tirk ê ku li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî bikar tîne, li ber avahiya kanala radyo-televîzyonê ya NDR’ê çalakiyek lidarxistin.
Ciwanan li Hannoverê bi armanca teşhîrkirina Elmanya ku alîkariyê dide dewleta Tirk ê ku li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî bikar tîne, li ber avahiya kanala radyo-televîzyonê ya NDR’ê çalakiyek lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Hannoverê Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê (YXK), Xwendevanên Jin ên Kurdistanê (JXK) û ciwanên enternasyonalîst bihevre di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ çalakiyeke bêîtaetiya sivîl lidarxistin.
Ciwanan li ber avahiya NDR ku kanaleke weşanê ya radyo-televîzyonê ya bi navendiya Hambûrgê ye hatin cem hev, êrişên dewleta Tirk yên bi çekên kîmyewî li hemberî Gelê Kurd şermezar kirin.
Ciwana pankarta li ser hatibû nivîsandin “Tirkiye bi gazê êriş dike, Elmanya fînanse dike” vekirin. Xwestin bikevin avahiyê lê nobedarên ewlekariyê destûr nedan ciwan bikevin avahiyê.
Ligel vê yekê ciwanan bi israr li ber avahiyê sekinîn û dema rayedarekî NDR’ê ji avahiyê derket, dosyayek ku amadekiribûn radestê wî kirin.
Di çalakiya ciwanan ya nêzî 2 saetan dewmakir de ciwanan daxuyaniyek bi armanca ku ewê dewleta Tirk ê çekên kîmyewî bikar tîne û dewleta Elman ê ku alîkarî dide wê teşhîr bikin. Piştî daxuyaniyê çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Kujer Tirkiye”, “Erdoganê terorîst” û dirûşmeyên bi zimanê Elmanî yên di vê çarçoveyê de bi dawî bû.