Li bajarê Basel a Swîsreyê gelên Kurdistanî, Tirkiyeyî û Swîsreyî hatin cem hev û bi meşekê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî pîroz kir.
Bi hezaran kes ji her kesimê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya li Swîsreyê (YJK-S), Civaka Kurd a Demokratîk ya li Swîsreyê (CDK-S), Komîteya Rojava ya Swîsreyê, Grewa Avhewayê ya Swîsreyê û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Parka Dîe Welt’ê hatin cem hev.
Girseyê bi armanca bal kişandina ser bikaranîna çekên Kîmyewî li Kurdistanê cilên sipî û maskeyên gazê li ber kirin.
Beriya meşa ku şoreşa Rojava hat silavkirin destpê bike li wir li ser navê CDK-S’yê axaftin hat kirin û hate gotin: “Li hemberî konsepta îmhaya topyekun a li ser gelê Kurd û gerîlayên Kurd dike armanc emê parêzvantiya sîstema ekolojîst û azadîxwaziya jinê ya bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidomînin.”
Di axaftina li ser navê Greva Avhewayê ya Swîsreyê jî hat diyarkirin ku ewê li hemberî yên dixwazin şoreşa ku bi berxwedana hevpar a di serî de gelê Kurd û hemû gelan li Rojava û Kobanê hatî afirandin û li dijî êrişên bi gazên kîmyewî û jehrî tên kirin wê xwedî li têkoşîna gelê Kurd derkevin.
Piştî peyaman girse dest bi meşê kir.
Meşa ku heya bi Claramattepark’ê bi qasê 2 saetan dom kir, di navendên girîng ên bajêr de li ser navê saziyên beşdar daxuyanî hatin dayin.