KOLN
Tevgera Jinên Kurdistanê ji bo pêşengên ku di hema Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabûn li bajarê Kolnê çalakiyeke bîranînê li dar xistin.
Çalakiya bîranînê bi pêşengiya TJK-E û Meclîsa Jinan a Viyanê saet di 14.00’an de li Mala Kurdan dest pê kir.
Di bîranînê de sînevîzyona li ser şehîdên meha Cotmehê hate destpêkirin. Di sînevîzyonê de li ser têkoşîna Andrea Wolf, Hêlîn Çerkes, Mîhrîban Saran (Azîme), Çîçek Botan, Gulnaz Karataş (Bêrîtan), Nûrsen Înce (Sarya), Guler Otaç, Selamet Menteş, Gurbetellî Ersoz, Meryem Hazar Çolak, Selma Dogan (Zinarîn), Arîn Mîrxan, Rozerîn Pîran, Rojîn Dag hate sekinandin.
Nûnera Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Şengê Kahraman jî di bîranînê de axivî û got “Bêrîtan bi rojan şer kir û li ber xwe da. Vê berxwedanê îradeya dijmin û îxanet şikand.”
Hozan Comerd jî di bîranînê de axivî û stranên ‘Wey lawiko’ û ‘Ez şehîd im pakrewan im’ strand.
Di bîranînê de Medya Botan li ser navê TJK-E’yê axivî û got “Di şexsê heval Bêrîtan û Şîlan Goyî de ez hemû şehîdan bi hurmet bi bîr tînim. Bêrîtan, Azîme, Hêlîn, Andrea Wolf, Şîlan Goyî.. Hemû jî ji bo tevgera jinan pêşengên serdemeke nû ne. Em ê sembolên xwe ji bîr nekin. Ew xeta me ne, em ê li ser wê xetê têbikoşin. Ji meha Nîsanê de artêşa Tirk bi hemû teknîka xwe êrişan dike lê gerîla li ber xwe dide. Em berxwedana li Mam Reşo, Zendûra, Zapê û ya li qadên silav dikin.”
MONCHENGLADBACH
Li bajarê Monchengladbachê jî şehîdên meha Cotmehê hate bîranîn.
Bîranîn saet di 13.00’an de li Komeleya Welatê Rojê dest pê kir. Di bîranînê de sînevîzyona li ser şehîdên Cotmehê hate nîşandan.
Di bîranînê de şehîd Leheng Dêrsim û rêhevalên wî yên di 22’ê Cotmeha 2016’an de li Dêrsimê şehîd bûbûn jî hatin bîranîn.
Di bîranînê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd û xwişka şehîd Leheng, Eylem Dêrsim axivîn. Di axaftinan de banga geşkirina têkoşînê hate kirin.
AACHEN
Li bajarê Aachenê yê Elmanyayê jî şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn.
Bi pêşengiya Komîteya Jinan a Denîz Firatê li lokala NCDK’ê ya Aachenê bîranîn hate kirin. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre axaftin hate kirin û sînevîzyon hate nîşandan.
Bîranîn bi sloganên ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.