Li bajarê Saarbruckenê li hemberî êrişên kîmyewî standek hate vekirin

Li bajarê Saarbruckenê li hemberî êrişên kîmyewî standek hate vekirin û hate xwestin dewleta Tirk were darizandin.

Ji bo êrişa kîmyewî ya ku dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê kiribû were teşhîrkirin, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şehîd Şîrîn Elemhulî li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê standa agahdarkirinê hate vekirin. Stand li pêşiya Eûropa Galeriyê hate vekirin.

Di çalakiyê de pankart û dovîzên ku êrişên bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk şermezar dike, hate hildan û belavoka TJK-E’yê hate xwendin.

Di çalakiyê de OPCW di serî de bang li saziyên navneteweyî hate kirin û hate xwestin ku bila êrişên kîmyewî were sekinandin û dewleta Tirk were darizandin.

Meclîsa Jinan a Şehîd Şîrîn Elemhulî wê her Pêncşem saet di 12.00’an de li heman cihî konê ji bo agahdarkirinê veke û êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk protesto bike.