Li Atînayê çalakiya 'hûn nikarin pêşî li berxwedana me bigirin' a li dijî tecrîdê

Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Yewnanistan Atînayê bi dirûşma "Hûn nikarin pêşî li berxwedana me bigirin" çalakiyek hate lidarxistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Rise4Rojava, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Atînayê çalakiyek lidar xistin.

Çalakgeran pankarta bi nivîsa "Hûn nikarin pêşî li berxwedana me bigirin" vekirin û destnîşan kirin ku wê tecrîdê ti carî qebûl nekin.

Çalakgeran daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd kirin û xwestin ku ciwanên li Hollandayê li pêşiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) hatin destgîrkirin tavilê bêne berdan.

Li Atînayê di çalakiyê de dirûşmên ji bo silavkirina berxwedana gerîla û PKK'ê hatin qîrîn.