Li Îtalyayê roja rizgariya ji faşîzmê hate pîrozkirin
Roja rizgariya Îtalyayê ya ji faşîzma Mussolini bi çend mîtîngan hate pîrozkirin. Di mîtîngan de Kurdistanî jî amade bûn.
Roja rizgariya Îtalyayê ya ji faşîzma Mussolini bi çend mîtîngan hate pîrozkirin. Di mîtîngan de Kurdistanî jî amade bûn.
Salvegera rizgariya Îtalyayê ji faşîzma Mussolini bi çalakiyan hate pîrozkirin. Kurdistanî jî tevlî çalakiyan bûn.
Ji Komîteya Kurdistanê Hazal Koyûncûer li mîtîngê axivî, bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku ku faşîzma AKP-MHP'ê dixwaze lîderekî aştîxwaz bêdeng bike.
Koyûncûer got, "Weke ku Serokwezîrê Îtalyayê got, Erdogan dîktatoreke û ji ber vê yekê divê têkiliyên bi Tirkiyeyê re bên birîn. Em bang li hêzên antî faşîst dikin ku li dijî faşîzmê di têkoşînê de bibin yek."
Koyûncûer bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û anî ziman ku Erdogan bi rijandina xwîna Kurdan dixwaze li ser desthilatdariyê bimîne, lê belê berxwedana Kurdan wê dawî li Erdogan bîne.
Piştî axaftinan li ber muzîka Kurdî, wêneyekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ji 100 parçeyî pêk dihat, bi şêweyê puzzle li qada mîtîngê hate çêkirin.
Her wiha pankartek bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" tevî alên ji wêneyên Abdullah Ocalan hate hildan.
Di çalakiya duyemîn de jî bi navê Meclîsa Kurd a Romayê Fatma Çelîkcan axivî.
Çelîkcan diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst bi salan e komkujî û qirkirinê li Kurdan dike û bal kişand ser tecrîdê.
Çelîkcan êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got, "Her roj li Rojava êrişî Kurdan dike, gelê Kurd qetil dike."
Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG û YPJ'ê hatin hildan.