Kurdistaniyên ji bajarên Gavle, Vesteras, Upsala û Stockholmê kincên spî yên rengê sor (şopa xwînê) li ser bû, li xwe kirin û ji bo balê bikişînin ser çekên kîmyewî yên li dijî gerîla têne bikaranîn li paytexta Swêdê Stockholmê li hev civiyan.
Ji parka Norra Bantorgetê bi rakirina pankartên bi nivîsa ku li ser hovîtiyên dewleta Tirk nîşan dide heya pêşiya Parlamenta Swêd (Myntorget) meşiyan.
Beriya ku çalakvan bigihêje ber parlamentê, çalakvan li navenda bajêr ji bo çend deqeyan xwe li erdê dirêj kirin û bal kişandin ser hovîtî û sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê.
Di dema çalakiyê de bênavber dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla" hatin qîrîn bi zimanên Îngilîzî û Swêdî hate kirin.
Çalakgeran dirûşmên "Faşîst Erdogan", "Kujer Erdogan", "Ji bo kuştina Kurdan çekan nedin dewleta Tİrk a faşîst" qîriyan.
Piştî ku çalakvan gihîşt pêşiya Parlamenta Swêdê, li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan li ser navê çalakvanan Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Skandînavyayê (NCDK-Skandînavya) Nadya Salih axivî.
Nadiya Salih got, "Gerîla ji bo me sembola berxwedan, şeref û rûmetê ne, lê îro bi çekên kîmyewî tên qetilkirin. Ew parêzvanên şeref û namûsa Kurdan e lazime tevayî Kurdên li her dera cîhanê, baweriya xwe bi gotinên qaşo mafê mirovatî yan pîvanên navneteweyî neyînin, ji ber ku îro me bi çekên kîmyewî yên wan a ku ji bo berjewendiyên xwe dane dewleta dagirker û qirker a Tirk û ew çek tenê li dijî gelê Kurd tên bikar anîn."
Nadiya Salih bi dewamî bang li gelê Kaşûrê Kurdistanê kir û got: "Çawa ku dema DAÎŞ hat, gerîla bi awayekî leheng dakete qadan, canê xwe feda kirin û xwedî li gel û axa welat derket, lazime neyê jibîrkirin û piştgiriya xwe ya ji bo gerîla bide nîşandan. Em bêdengiya ,saziyên mafên mirovan, bi taybet OPCW a li hember kiryarên hovane û dijemirovî ya dewleta Tirk jî bi tundî şermezar dikin."
Piştî axaftinan çalakvanên ku kincên sipî li xwe kiribûn, xwe li erdê dirêj kirin, axaftinên di derbarê bi kar anîna çekên kîmyewî ya li dijî gelê Kurd bi zimanê Swêdî hatin kirin û çalakiya Kurdistaniyan heya danê êvarê dewam kir.
Piştî rûniştinê balonên ji agir ji bo cangoriyan berdan hewa.
Çalakî bi dirûşmên "Bijî Rêber Apo", "Bijî berxwedana gerîla", "Faşîst Erdogan" bi dawî bû.