Kurdistanî li ber OPCW’ê bûn: Hiqûqa xwe bi cih bînin

Kurdistaniyên ji Hollanda, Beçîka û Elmanyayê hatibûn, bal kişand ku di bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd de bêdengiya saziyên navneteweyî heye û banga ‘hiqûqa xwe bi cih bînin' kirin.

Bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ya li ser qadên gerîla li Den Haagê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Kurdistaniyên ji Hollanda, Beçîka û Elmanyayê hatibûn, di çalakiya li pêşiya Parlementoya Ewropayê de heta pêşiya avahiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) meşiyan.

Li pêşiya Parlementoya Hollandayê daxuyaniyek li ser navê KCDK-E’yê hate dayîn. Di daxuyaniyê de ev ahte gotin: “Dewleta Tirk ji ber bêdengiya NATO, sazî û dezgehên navneteweyî destekê digire û di şerê li hemberî gerîla de çekên kîmyewî bikartîne.”

Di tevahiya meşê de belavoka KCDK-E’yê hate xendin û dirûşmên ‘Kîmyesal Erdogan’ hatin qîrkirin.

Li pêşiya avahiya OPCW’ê mîtîngek hate kirin. Li vir Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç Tahîr Kemalîzade yê KNK’î, Siyasetmedar Hatîp Dîcle, Nûrsel Aydogan, Serokê CÎK’ê Ahmed Haviz Tûrhanlli, ji NAV-YEK’ê Haci Çelîk, Nûnerê Yekîtiya Hêzê Demokratîk (DGB) Gurbuz Yoldaş axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku dewleta Tirk ti pîvanan û hiqûqa şer li ber çav nagire û çekên kîmyewî bikar tîne û bang li OPCW’ê hate kirin ku divê di mijara bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li ser Kurdan hiqûqa xwe bi cih bînin.