Kurdan û Evûstralyayiyan êrişên kîmyewî protesto kirin
Li bajarê Sydney ê Evûstralyayê yê êrişên kîmyewî û dagirker ên ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser gerîlayan hate protestokirin.
Li bajarê Sydney ê Evûstralyayê yê êrişên kîmyewî û dagirker ên ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser gerîlayan hate protestokirin.
Çalakî ji aliyê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk û Komîteya Hevgirtina Rojava-Sydneyê hate lidarxistin. Kurd, rêxistinên civaka sivîl ên Evûstralyayê, oldar û parlementer jî tev jî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de êrişên dagirker û bikaranîna çekên kîmyewî hate protestokirin.
Bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê jî peyamên ji bo hevgirtina Kurdan hate dayîn.
Parlementerê Partiya Keskan a Evûstralyayê Davîd Shoebrîdg polîtîkaya dewleta Tirk a ji bo tunekirina gelê Kurd û êrişên dagirker şermezar kir.
Oldarê ji Evûstralyayê Bîll Crews jî got “Wekî hemû gelan divê gelê Kurd jî karibe dahatûya xwe diyar bike” û xwest dewleta Tirk dev ji van êrişan berde.
Çalakgera jin a ji Sûdanê Maysoon Elnîgoûmî jî diyar kir ku welatên kapîtalîst destûr dane dewleta Tirk ku çekên kîmyewî bi kar bîne û got “Gelê Sûdanê bi gelê Kurd re ye. Li hemberî darbeya leşkerî ya li Sûdanê û li hemberî feraseta Erdogan em ê têkoşîneke hevpar bimeşînin.”
Gule Rose û Peter Boyle yên ku amadekarên çalakiyê jî bûn, bang li OPCW’ê kir ku bila têkevin nav hewldanan.