Li Stockholm û Kopenhagê sûcê şer ên dewleta Tirk protesto kirin-NÛ BÛ

Bi dehan Kurdistaniyên li bajarê Stockholm a Swêd û Kopenhag bikaraîna çekên kîmyewî û sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin.

Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn li ber derê avahiya Wezareta Karê Derve ya Swêdê hatin ba hev û bi çalakiyekê bikaranîna çekên kîmyewî û sûcên şer ên dewleta Tirk a li ser qadên gerîla protesto kirin.

Di çalakiyê de daxwaza ji hêzên navneteweyî kir ku li ber Tirkiye bibin xwedî helwest û Tirkiye darezînin ji ber bikaranîna çekên qedexe yên derveyî hiqûqa navneteweyî.

Çalakî bi dûrşman qediya.

KOPENHAG

Li Kopenhagê li ber derê avahiya NY’yê bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve ya li ser gerîla hate protestokirin.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘Dewleta Tirk kîmyesalê bikar tîne, ev jî sûc e’ hate vekirin.

Belavoka ku li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk hatibû amadekirin hate xwendin, piştre jî dosyayek bi rêya emailê radestî saziya NY’yê hate kirin.