Kurdan bang li NY kir: Li hemberî çekên kîmyewî tevbigere
Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker gaza kîmyewî bi kar tîne li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî çalakiyek hate lidarxistin. Çalakgeran xwestin bila NY li hemberî çekên kîmyewî tevbigere.
Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker gaza kîmyewî bi kar tîne li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî çalakiyek hate lidarxistin. Çalakgeran xwestin bila NY li hemberî çekên kîmyewî tevbigere.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 25’ê Çileyê û vir ve gelkê Kurd her roja Çarşemê çalakiyê li dar dixe. Vê hefteyê jî di çalakiyê de li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk bang li Neteweyên Yekbûyî hate kirin.
Di çalakiyê de hate diyarkirin li hemberî gerîlayan gaza jehrî tê bikaranîn û ev sûcekî şer û mirovayetiyê ye.
Hevseroka Civaka Kurdan a Cenevreyê Bêrîvan Avci di çalakiyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî kir ku bila li hemberî gaza kîmyewî ya ku dewleta Tirk bi kar tîne, têkeve hewldanan. Avci got “Heke qetlîamek were kirin, bi qasî dewleta Tirk hûn jî sûcdar in. Îro gerîlayên Kurdistanê di serî de li hemberî van êrişên li ser gelê Kurd û Kurdistanê divê hûn têkevin nav hewldanan.”
Hevserokê CDK-Cenevre Salîh Saglam jî diyar kir ku dewleta Tirk di bin kontola NY de gaza kîmyewî û jehrî bi kar tîne û got “Divê NY nebe şirîkê vî sûcê li hemberî mirovayetiyê.”
Endama Komîsyona Dîplomasiyê ya TJK-E’yê Asmîn Engîn jî diyar kir ku dewleta Tirk bi qasî 6 mehan e êrişên xwe didomîne û di 3 mehên dawîn de jî li hemberî gerîlayan gaza jehrî bi kar tîne. Engîn diyar kir ku wan dosyeya derbarê bikaranîna gaza jehrî dane sazî û dezgehên rayedar û ji bo ku gav werin avêtin wê xebatên wan bidome.
Di çalakiyê de hate diyarkirin ku wê di 8’ê Cotmehê de li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê li qada Helvetîaplatzê saet di 14.00’an de bi şîara ‘Azadiya Rêbertî azadiya me ye’ wê meşek were lidarxistin û banga tevlêbûna meşê hate kirin.