Kurd li ber Dîwana Edaletê ya Laheyê kom bûn

Kurd û dostên wan ên li Ewropayê li hemberî çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk bi kar tîne, li pêşiya Dîwana Edaletê ya Laheyê kom bûn.

Li hemberî çekên kîmyewî ya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîlayan bi kar tîne, li pêşiya Dîwana Edaletê ya Laheyê ya li Hollandayê çalakiyeke protestoyê hate lidarxistin.

Kurd û dostên wan îro piştî nîvro li pêşiya Dîwana Edaletê kom bûn û wê heta Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) bimeşin.

Kurd dixwazin OPCW xwedî li berpirsyariyên xwe derkeve û heyetekê bişîne Kurdistanê.

Çalakgeran diyar kirin ku dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên kîmyewî bi kar tîne û sûcê şer dike. Çalakger dixwazin civaka navneteweyî têkeve nav hewldanan.