Koordînasyona Civaka Êzidî a Ewropayê rizgarbûna Şengalê pîroz kir
Koordînasyona Civaka Êzidî a Ewropayê rizgarbûna Şengalê û got “Wê careke din ruhê koletiyê li Şengalê şîn nebe.”
Koordînasyona Civaka Êzidî a Ewropayê rizgarbûna Şengalê û got “Wê careke din ruhê koletiyê li Şengalê şîn nebe.”
Koordînasyona Civaka Êzidî a Ewropayê bi daxuyaniyeke nivîskî rizgarbûna Şengalê pîroz kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Wek îro di 13 ê Mijdara 2015’an de, navenda bajarê Şingalê, di encama şerekî dijwar û berxwedanek dîrokî ku bi pêşengiya şervanên HPG/YJA Starê de hate rizgarkirin. Gerîlayên azadiyê milê xwe dan milê şervanên Êzidî, di serî de bi şervanên YJŞ/YBŞ’ê re, têkoşîneke bêhempa nîşandan. Mal bi mal, kolan bi kolan di berdêla sedan cangoriyan navenda Şingalê ji destê çeteyên DAIŞê rizgar kirin.
DAIŞ’ê ku bi hevkariya hêzên paşverû yên herêmî û navneteweyî, bi armanca ji holêrakirina civaka Êzdî û erdnîgariya wê, di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şingalê kiribû. DAÎŞ di 13’ê Mijdarê de li navenda Êzdîxanê ji holê hat rakirin û têkbirin. Di 13’ê Mijdara 2015’an de, ne tenê DAIŞ hat têkbirin, bi DAIŞ’ê ra hişmendiya qirker, dagirker, faşîst û koledar jî li Şingalê hate têkbirin.
Di vê berxwedana dîrokî de, di serî de cangoriyên mîna Canpolat, Berxwedan, Zerdeşt, Egîd, Dilşêr, Hêlîn, Nûjîn, Rusyar û Gulçînan rolek sereke leyîstin, tola jin, zarok û tevahiya qurbaniyên fermanê hilanîn û Şingal diyarî qurbanî û cangoriyên 73 fermanan kirin.
Bi rizgarkirina Şingalê re hişmendiya dagirker, qirker û faşîst têk çû. Bingeha vîna azadî, xweser, wekhev û demokratîk jî li Şingalê hat xurtkirin. Civaka Êzidî bi berdêla hezaran qurbaniyên fermanê û bi sedan cangoriyên ‘Pêngava Rizgarkirina Şingalê’ ji bin kavilên Êzdîxanê, jiyanek û pergaleke nû ava kirin; jiyan û pergala pêşîgirtina li ferman û qirkirinan ava kirin.
Di nav demeke kurt de, di bin pêşengiya Mam Zekî, Seîd Hesen û Fermandar Zerdeştan de, di asta şoreşê de guherîn di nav civaka Êzidî li Şingalê pêk hatin. Civaka Êzdî di dîroka xwe de cara yekem hêza xwe ya parastina cewherî ava kir. Civaka ku bi hezaran salan her di bin serweriya desthilatdaran de bû, rêveberiya xwe a xweser ava kir. Ji perwerdehî heya aboriyê bi dehan sazî û dezgeh hatin sazkirin.
Li Şingalê, li dijî hişmendî û xeta azadiyê, ji aliyê gelek hêzan va êrîş tên kirin. Bi taybetî jî piştî têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê, Şingalê, Reqa û Dêrazorê, ev êrîş hîn zêdetir bûn. Ji 2017’an ve, bi dehan êrîş ji aliyê dewleta Tirk a dagirker, bi hevkariya PDK û Bexdayê ve hatine kirin. Li hemberî Şingalê her roj êrîş tên kirin, gef tên xwarin. Di van êrîşan de, nexweşxane jî di nav de, hemû qadên jiyanê tên bombebarankirin. Kesayatên mîna Mam Zekî, Fermandar Zerdeşt û Seîd Hesen jî di nav de, bi dehan rêveber, pêşeng, fermandar, şervan û siyasetmedar hatine qetilkirin û bûne cangoriyên azadiya civaka Êzidî û Êzdîxanê.
Hêzên dagirker, qirker û paşverû bi piştgiriya hinek derdorên navneteweyî û herêmî, dixwazin bi israr xeta îxanet, koletî, bindestî û qirker li ser Şingalê û civaka Êzdî ferz bikin û vê yekê bicihanîna Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an misoger bikin. Ev hêz dixwazin xeta qirker ku di 13’ê Mijdara 2015’an de, bi lehengî û qehremaniya şervanên azadiyê hatî têkbirin, careke din zindî bikin û tiştê ku nekarîn bi destê DAIŞ’ê pêk bînin û ew bi xwe bi cih bînin. Li hemberî vê hişmendiya DAIŞ’ê ku îro ji aliyê dewleta Tirk, PDK û Bexdayê ve tê domandin, Şingal û civaka Êzidî bi ruhê 13’ê Mijdarê li ber xwe dide û wê li ber xwe bide.
Şingal û civaka Êzdî wê ti carî rê nede ku li ser axa Êzdîxan, careke din ruhê koledar, qirker
û dagirker şîn bibe.
Em Koordînasyona Civaka Êzdî a Ewropayê, li hemberî hemû cûre êrîşên qirker û dagirker yên li ser axa pîroz Êzdîxanê û civaka Êzdî ne, ku wê xeta azadî, wekhevî û demokrasiyê a cangoriyên Êzdîxan û Kurdistanê bişopînin û armancên wan bi cih bînin. Li ser vî esas û bingehê hemû cangorî û pêşengên serketina 13’ê Mijdara 2015’an, Roja Rizgarkirina Şingalê û Berxwedana Şingalê bi bîr tînin.
13’ê Mijdarê, di serî de li wan qehreman û lehengan, li hemû qurbanî û cangoriyên fermana Tebaxa 2014’an, li tevahiya civaka Êzdî û miletê Kurd pîroz dikin û dibêjin xeta azad û xweser wê li Şingalê bi ser bikeve û careke din ruhê koletî dê li Şingalê şîn nebe.”