KONGRA-GEL: Li dijî çekên kimyewî bêdengî sûc e

KONGRA-GEL diyar kir bêdengiya li bara êrîşên kimyewî sûc e û got, ''Em sibe li DEN HAAG'ê kom bibin û bi dengekî xurt bang li OPCW'ê bikin ku bi peywira xwe rabe.''

Dîwana Hevseroktiyê ya KONGRA-GEL têkilî êrîşên bi çekên kimyewî yên dewleta Tirk û bêdengiya raya giştî ya cihanê daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''DYE, YE û hevalbendiya NATO'yê şîrîkên rasterast ên polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk in ku li ser Kurdan rê ve dibin. Dewleta Tirk li Bakur-Rojava û Başûrê Kurdistanê dixwaze hemû destkeftiyên gelê me tine bike, ku ev destkeftî bi berdêlên mezin bi dest ketine.''

'DIBINE HEVKARÊ VÎ SÛCÎ'

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

''Dewleta Tirk di şerê giştî de yê dijî gelê Kurd, bêyî ku guh bide ti rêgezeke netewî û peymanan, di serî de çekên kimyewî çekên qedexekirî bi kar tîne û sûc dike. Û dewleta Tirk vî sûcî bi agahî û desteka DYE, YE û NATO'yê dike.

Ên ku destekê didin vê kirina dewleta Tirk ku hebûn û heqê Kurdan bi çarçoweya 'terorê' dibîne û ji bo ku vê ji holê rake li her deverê şerê qirkirinê dike û yên ku li bara vê bêdeng in hevkarên vî sûcî ne.

Dewleta Tirk ku di raperînên Kurdan de bi rehetî çekên kimyewî li dijî Kurdan bi kar tîne, ji bêdengiya li bara qirkirina Kurdan hêzê distîne û li Metîna-Zap-Avaşînê li dijî gerîlayên HPG'ê çekên kimyewî bi kar tîne ji bo ku xwe ji xitimandinê xilas bike. Ji hêla artêşa Tirk ve bikaranîna çekên kimyewî begavman û têkçûna dewleta Tirk a di şer de nîşan dide.

'EM DIKARIN ÊRÎŞAN BIŞKÎNIN, EM LI DEN HAAG'Ê WERIN CEM HEV'

Gelê Kurd û dostên Kurd li dijî çekên kimyewî yên dewleta Tirk li her deverê rabûne ser piyan, dewleta Tirk û hêz û saziyên ku bêdeng mane şermezar kirin. Heta niha li gel ku saziyên navnetewî ,li parlamenetoyan û di çapemeniyê de ev mijar hatiye ser zimên jî, saziyên têkildar tevnegeriyane û ev tam sûc e.

3'yê Mijdarê li Hollanda ya Den Haagê gelê me û dostên gelê me li ber Rêxistina Qedexekirinê ya Çekên Kimyewî (OPCW) li hev kom bibe û bang li OPCW'ê bike ku bi peywira xwe rabe. Em bi zexta li ser raya giştî ya gelê me û dostê em dikarin dawî li vê bêdengiyê bînin."

KONGRA- GEL li dawiya daxuyaniyê ev bang kir:

''Li dijî çekên kimyewî yên li ser Hêzên Parastina Gel (HPG) tê bikaranîn, ku HPG sîgortaya jiyanê ya gelê Kurdistanê ye, ji bo ku em dawî li bêdengiya li bara êrîşên çekên kimyewî bînin, em li DEN HAAG'ê bin û bi dengekî xurt bang li OPCW'ê bikin ku bi peywira xwe rabe.''