KOMAW’ê name ji PDK’ê re şand: Cenazeyan teslîm bikin!
KOMAW’ê bi bîr xist ku Dayikên Aştiyê yên li Sêmalkayê nêzî mehekê ne ji bo stendina cenazeyên zarokên xwe di çalakiyê de ne û bang li PDK’ê kir ku bila bersivê bide daxwazên dayikan.
KOMAW’ê bi bîr xist ku Dayikên Aştiyê yên li Sêmalkayê nêzî mehekê ne ji bo stendina cenazeyên zarokên xwe di çalakiyê de ne û bang li PDK’ê kir ku bila bersivê bide daxwazên dayikan.
Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) xwest bila PDK cenazeyê gerîlayên ku li Xelîfanê di kemînê de şehîd xistibû, teslîmî malbatan were kirin.
Nameya KOMAW’ê ya ji bo Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ev e:
“Du meh berê di 28-29’ê Tebaxa 2021’an de li Xelîfanê wê li pêşiya 7 gerîlayan kemîn danîbûn. Hakî Zîlan ê ku sax filitîbû vê îxaneta qirêj bi zelalî teşhîr dike û balê dikişîne ser vî hevalekî wî birîndar û 5 hevalên wî jî şehîd bûye û we her şeş biriye.
Berê jî 3 gerîlayên HPG’ê yên ku hatibûn nêzî vê derê, we dîsa kemîn li pêşiya wan danîbûn û we ew şehîd xistibûn. Hê jî derbarê van 3 gerîlayan we tu agahî nedane!
Li hemberî vê helwesta we ya neyînî Dayikên Aştiyê ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku fedaiyên Kurdistanê ne, li ser sînorê Rojava – Başûr li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê di çalakiyê de ne.
Banga me ya ji bo serokên PDK’ê yên li ser Rêveberiya Başûr in, ev e. Bersiveke rast bidin daxwazên Dayikên Aştiyê, gelê Kurd ê bi dayikan re ne û bi dehan sazî, rêxistin û kesayetan û cenazeyên zarokên wan ên şehîd teslîmî wan bikin.
Em dixwazin bînin bîra we ku li hemberî wê ev pirs heye. Hûn ê yan guh bidin îrade û daxwaza Dayikên Aştiyê û gelên Kurdistanê û rêyeke rast hilbijêrin an jî hûn ê li gorî daxwazên mêtinger û qirker ên dewleta Tirk tevbigerin, rêya bêrûmet hilbijêrin û qetlîamên wan bidomînin?
Di şexsê Şoreş, Tolhildan, Axîn, Birûsk, Serdem û Serwer ên ku şehîdên Xelîfanê ne, em hemû şehîdên Kurdistanê careke din bi rêz û hurmet bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbat, heval û gelê Kurdistanê re dixwazin.”