KOMAW'ê 3 şehîdên malbata Gulo bi bîr anî
KOMAW'ê ragihand ku dewleta Tirk bi êrişa li ser malbatên Kurd ên welatparêz nikare encamekê bi dest bixe û destnîşan kir ku wê hêjayî van şehîdan bin ku ji destpêka têkoşîna azadiyê ve ked dan.
KOMAW'ê ragihand ku dewleta Tirk bi êrişa li ser malbatên Kurd ên welatparêz nikare encamekê bi dest bixe û destnîşan kir ku wê hêjayî van şehîdan bin ku ji destpêka têkoşîna azadiyê ve ked dan.
Komeleya Malbatên Şehîd û Windahiyan (KOMAW) şehîdên malbata Gulo bi bîr anî ku li Qamişloyê ji aliyê dewleta Tirk ve di êrişeke hewayî de şehîd hatin xistin.
Daxuyaniya KOMAW'ê wiha ye:
"Di demekê de ku em şehîdên xwe yên meha Mijdarê bi bîr tînin, di encama êrişa hovane û komkujer a dewleta Tirk de me agahiya şehîdên nû wergirt. 9'ê Mijdarê li Qamişloyê di êrişekê de ya bi droneyan hate kirin, ji malbata Gulo ya ku gelê me wan ji nêz ve nas dike, Yûsif û du neviyên wî Mezlûm û Mihemed şehîd bûn.
Vê bûyera şehadetê em gelekî êşandiye. Di heman demê de gelê Kurdistanê nerazîbûna xwe ya li dijî vê hovîtiya dewleta Tirk, bi tevlîbûneke girseyî ya li merasîmê nîşan da.
Bêguman ev êrişên ku dewleta Tirk a qirker ji bo dûrxistina ji têkoşînê û çavtirsandinê dike wê negihêje armanca xwe. Berevajî, weke ku tê dîtin, hêrsa gelê me ya li dijî van êrişên komkujer mezintir dibe, dilsoziya bi tevgera azadiyê re xurtir dibe.
Dewleta Tirk her ku li hemberî berxwedana lehengî ya tevgera azadiyê û gelê me têk diçe, bombardûmanê li tevahiya gelê Kurdistanê û cografya Kurdistanê dibarîne. Li gel bikaranîna çekên kîmyewî dest bi bikaranîna gazên bi jehr ên li asta navneteweyî qedexe ne kiriye. Li gel sûcê li dijî mirovahiyê her wiha li hemberî hawirdor û xwezayê jî sûc dike. Mixabin cîhan li hemberî vî sûcî bêdeng e.
Tevî vê yekê tê dîtin ku li hemberî kes û malbatên bi rengekî çalak tevlî refên têkoşîna azadiyê bûne êriş têne kirin. Êrişa li Qamişloyê ya li hemberî malbata Gulo mînaka şênber a vê yekê ye. Vê malbatê hîn di rojên destpêkê yên têkoşînê de bi rengekî çalak cihê xwe di nava têkoşînê de girt û gelek şehîd da.
Bi navê Saziya Malbatên Şehîdan KOMAW'ê di şexsê malbata Gulo de em şehîdên meha Mijdarê û tevahiya şehîdên Kurdistanê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Bi hêjabûn û dilsoziya bi wan re em ê bimeşin."