Koma Kampanyayê Walîtiya Strasboûrgê û polîsên wê şermezar kir

Koma Kampanyayê ya Wê Azadî Bi Ser Bikeve û Ji Bo Ocalan Têkeve Tevgerê êrişa polîsên Fransayê Walîtiya Strasboûrgê ya ku biryara êrişê dabû, bi tundî şermezar kir.

Koma Kampanyayê ya Wê Azadî Bi Ser Bikeve û Ji Bo Ocalan Têkeve Tevgerê êrişa polîsên Fransayê  Walîtiya Strasboûrgê ya ku biryara êrişê dabû, bi daxuyaniyeke nivîskî bi tundî şermezar kir.

Daxuyaniya Koma Kampanyayê wisa ye:

“Di sala 23’emîn a Komploya Navneteweyî de tecrîda li ser Rêber Apo 23 sal in didome. Gelê me ji sala pêşîn a komploya navneteweyî ji bo pêkanîna azadiya Rêbertî û rakirina tecrîda li ser wî bi çalakiyên xwe li her derê li ber xwe didin. Bêguman gelê me berxwedana xwe ji Rêber Apo werdigire.

Girava Îmraliyê çiqasî girêdayî dewleta Tirk be jî bi rejîma navneteweyî tê birêvebirin û bûye qada bêhiqûqtiya navneteweyî. Peywira dewleta Tirk jî gardiyantî ye. Berxwedana Rêber Apo û ya gelê me, ev hemû planên rejîma Îmraliyê derxistine holê.

Li ser vî esasî gelê me û dostên me di 2’ê Cotmehê de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê bi slogana ‘Wê azadî bi ser bikeve-Ji bo Ocalan têkeve tevgerê’ mîtîngek li dar xistibû. Êrişên piştî mîtîngê rola dewleta Fransayê dide meşandin.

Di mîtîngê de gelê me û dostên me bi çalakiyên xwe diyar kirine ku Konseya Ewropayê û CPT yên ku ji bo sererastkirina zextên pergala êşkenceyê ya Îmraliyê  soz dane, berpirsyarî stendine û dûre soza xwe bi cih neanîne. Gelekî eşkere ye ku ji ber hesabên siyasî Komîteya Wezîran, mekanîznameyên xwe bi kar naynin û hiqûqa xwe jî bin pê dikin.

CPT’ê di 5’e Tebaxa 2020’an de li ser Îmraliyê raporek weşandibû û bi awayekî zelal diyar kiribû ku şertên li Îmraliyê nayê qebûlkirin û divê were guhertin. Li gorî vê raporê Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê jî di 23’ê Cotmeha 2020’an de biryar dabû ku divê Tirkiye tiştên CPT’ê diyar kirine, bi cih bîne.

Di vê pêvajoya salekê de Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê û Komîteya Wezîran tu zext li dewleta Tirk nekirine û çavê xwe girtine ku rejîma Erdogan li Îmraliyê hiqûqê bin pê bike. Saziyên wekî Konseya Ewropayê li hemberî sûc bêdeng dimînin û ev jî diyar dike ku ew jî parçeyekî rejîma Îmraliyê ne.

Li ser vê rastiyê Înîsîyatîfa Azadî ji Rêber Apo re, di çarçoveya ‘Dem dema azadiyê ye’ bi navê ‘Wê azadî bi ser bikeve – Ji bo Ocalan têkeve tevgerê’ kampanyayek daye destpêkirin û daxwazên xwe yên rakirina tecrîda li Îmraliyê û pêkhatina hevdîtina Rêber Apo ya bi parêzer û malbata wî re diyar kiriye.

Piştî mîtîngê welatparêzên Kurd û dostên wan mafê xwe yê bêîtaetiya sivîl bi kar anîne û çalakiya gundekî komun dane destpêkirin. Bi komuna gund a kon re hatiye xwestin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di çarçoveya mafên li ser hiqûqa sivîl çalakiyên siyasî û civakî bide destpêkirin.

Walîtiya Strasboûrgê bi hovane êrişî vê çalakiyê kirine. Di vê çalakiyê jin, zarok, kal û pîr jî hebûn. Polîsan bi gazê êriş kirine, bi jopan li mirovan dane û ew li erdê kişandine, gelek kes jî destgîr kirine.

Em Înîsîyatîfa Azadî Ji Rêber Apo re, Wê Azadî Bi Ser Bikeve û Ji Bo Ocalan Têkeve Tevgerê vê êrişa hovane ya li Strasboûrgê bi tundî şermezar dikin, berxwedana gelê xwe silav dikin. Wê kampanyaya me di pêvajoyên pêş de bi xebatên berfireh bidome.”