KCDK-E’yê Sînan Dersim bi bîr anî: Ew şoreşgerekî mezin bû
Dîwana Serokatiya KCDK-E’yê endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dersim bi bîr anî yê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa hewayî de şehîd bûbû.
Dîwana Serokatiya KCDK-E’yê endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dersim bi bîr anî yê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa hewayî de şehîd bûbû.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (HSM) diyar kir ku Sînan Dersim (Dalokay Şanli) di 27’ê Cotmeha 2020’an de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûye. Dîwana Serokatiya KCDK-E’yê peyameke bibîranînê weşand.
Kongreya Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) diyar kir ku Sînan Dersim ji bo mezinbûna saziyên wan û li Ewropayê xwerêxistinkirina wê mezin bike, gelekî xebitiye.
Di peyama KCDK-E’yê de ev tişt hate diyarkirin:
“Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê tiştekî ji leza xwe kêm nake û mezin dbie. Gelê Kurdistanê bi biryarariyeke mezin û helwesteke xurt a têkoşînê li dijî konsepta faşîst, qirker û êrîşkar a dewleta Tirk a dagirker ji bo parastina hebûna xwe her tiştî dike. Di vê têkoşînê de berdêlên mezin dide. Li her enî, kozik, çeper û qadê de bi çalakiyan ciwanên Kurd xwîn û canê xwe feda dikin û tevlî nav karwanê şehadetê dibin. Şehadet bûye liyakat, rûmet û navê jiyana azad.
Zîlan, Bêrîtan, Delal, Azê, Apê Huse, Atakan, Demhat, Serhat û Çîçek û gelek şehîdên me yên qehreman li ser axa Kurdistanê şehîd bûne.
Me bi xemgînî bihîst ku Sînan Dersim jî li çiyayên Kurdistanê şehîd bûye. Vegotin û qalkirina tevlêbûna Sînan Dersim a li nav pêvajoya şoreşê ne hêsan e. Sînan Dersim wekî şoreşger û welatparêzekî mezin û kedkarê şoreşê tevlî şoreşa Kurdistanê bûye û gelek salan li qada Ewropayê xebitiye. Ew wekî endamekî KCDK-E’yê di nav xebatên rêxistinkirina Kurdên li Ewropayê de cih girtiye. Em diyar dikin ku ew wekî şoreşgerekî berdêleke mezin daye û şehadeta wî xwedî wateyeke mezin e. Ew Apoyiyekî wisa bû ku şoreşgerekî mezin bû, rast diaxivî û rast dixebitî û li ser bingeha rastiyan heqîqet diparast. Dema em vî şoreşgerekî mezin ê ku jiyana xwe dabû şoreşa Kurdistan û dinyayê bi bîr bînin, em ê bi tenê qala bîranînên wî nekin. Li ser esasê wateya ku wî daye şoreş û sazîbûnê, em ê xwedî li peywirên xwe derkevin, keda xwe bi keda wî, xebatên xwe bi xebatên wî bikin yek. Em soza xwe ya ji bo wî û rêhevalên xwe yên şehîd re dubare dikin ku em ê layiqî îdealên wî bin.
Sînan Dersim ji bo mezinbûna saziyên me û li Ewropayê xwerêxistinkirina wê mezin bike, gelekî xebitiye. Em ê jî xebat û hewldana wî kûrtir bikin, ji bo ku em rêxistinkirina xwe mezin bikin û bibin xwediyê serkeftinên mezin çi hewce be, em ê bikin.
Em sozê didin şehîdê mezin Sînan Dersim û hemû şehîdên xwe , peyv rûmet e, em ê pêwistiyên rûmetê bi cih bînin û wan bi rêz û hurmet bi bîr tînin.”