KCDK-E'yê ji bo meşa li Strasbourgê banga tevlîbûnê kir
KCDK-E'yê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hemberî tecrîdê, ji bo meşa li Strasbourgê ya roja Şemiyê banga tevlîbûnê kir.
KCDK-E'yê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hemberî tecrîdê, ji bo meşa li Strasbourgê ya roja Şemiyê banga tevlîbûnê kir.
KCDK-E ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo bidawîkirina tecrîda navneteweyî li bajarê Strasbourgê yê Fransayê li pêşiya Konseya Ewropayê meş û mîtîngekê li dar dixe.
Têkildarî çalakiyê KCDK-E'yê daxuyaniyek da û bang li gelê Kurd kir ku seferber bibe û tevî dostên xwe bi rengekî çalak beşdar bibin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, bi tecrîda navneteweyî ya 23 salan re, hêviya azadiyê ya gelê Kurd û aştiya li cografya Rojhilata Navîn tê astengkirin û hate gotin, "Di serî de DYE û Ewropa, bêdengiya hêzên navneteweyî tê vê wateyê. Ji ber vê yekê êrişên li ser Rojava ku Modernîteya Demokratîk lê bi cih tê, zêde dibin. Lewma jî êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê bêyî astengiyan dewam dikin. Saziyên navneteweyî û CPT ji ber vê yekê bêdeng in."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ewladên leheng ên gelê Kurd, li dijî tecrîda navneteweyî ya li ser Rêber Apo, bi biryardarî li ber tecrîda navneteweyî radibin, lewma jî bi her awayî, bi çekên kîmyewî êriş li wan tê kirin. Bi her cûre lîstikên li ser gelê Kurd tê xwestin ku meşa azadiyê û têkoşîna azadkirina Rêber Apo bê astengkirin."
KCDK-E'yê destnîşan kir ku li Ewropayê û li her devera cîhanê ew ji bo azadkirina Rêber Apo û bidawîkirina tecrîda navneteweyî bi biryardarî çalakiyên xwe dewam dikin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hêzên navneteweyî yên ku bi bêdengiya xwe tevkariyê li dewamkirina tecrîdê dikin, ji bo bikevin nava liv û tevgerê û dest ji vê helwesta xwe berdin, 13'ê Mijdarê li bajarê Strasbourgê yê Fransayê li ber Konseya Ewropayê wê meş û mîtîng bê lidarxistin.
Em bang li gelê xwe dikin ku bi rengekî topyekûn seferber bibe, bi taybetî jî bang li dostan dikin ku bi awayekî çalak tevlî xwepêşandanê bibin û tecrîda navneteweyî şermezar bikin."
Agahiyên li ser meş û mîtîngê wiha ne:
Dem: 13'ê Mijdara 2021
Cih: Place de la république, 67000 Strasbourg
Dema kombûnê: 12:00