KCDK-E li dijî bikaranîna çekên kîmyewî banga tevlîbûna çalakiyan kir

KCDK-E nerazîbûn nîşanî saziyên navneteweyî da ku li ber bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk bêdeng in, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî banga tevlîbûna hemû çalakiyên bên lidarxistin, kir.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve daxuyaniyek da û banga tevlîbûna çalakiyên bên lidarxistin, kir.

KCDK-E’yê bibîr xist ku dewleta Tirk a dagirker a li ber berxwedana gerîlan têk diçe, encam nagire, serî li her cûre kiryar û rêbazên qirêj ên derhiqûqî û mirovî daye û got: “Li Başûrê Kurdistanê di şerê dike de bikaranîna çekên kîmyewî sûcên şer bê navber dike.  Dewleta Tirk a di şerê li hember gerîlayên Azadiya Kurdistanê de bikaranîna çekên kîmyewî û li hemberî vê bêdengiya NATO, saziyên navneteyî û hêzên din, tê wateya destekkirinê. Artêşa Tirk a yek ji artêşa NATO’yê ye, li gorî standartên şerê navneteweyî tevger nake, şerekî qirêj dike.”

KCDK-E destnîşan kir ku OPCW a saziyeke navneteweyî ye ji lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî erkdar e, lê li ber vê bêdeng e û wiha pêde çû: “Bêdengiya li ber vê, tê wateya çavê xwe li bikaraîna çekên kîmyewî ya Tirk bikar tîne ye.”

Herî dawî KCDK-E’yê bal kişand ser tevlîbûna çalakiyên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên bên lidarxistin û ev bang kir:

“Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî wê 6’ê Cotmehê roja Çarşemê li Ewropa, Evûstûralya, Kanada û gelek cihan çalakiyên protestoyî bên kirin. Dîsa wê li pêşiya avahiya OPCW’ê 6’ê Cotmehê saet 14:00’an li Hollandayê çalakiyek bê kirin û banga tevlîbûna xurt li Kurdan û hemû dostên wan dikin.”