KCDK-E: Ji bo azadiya Rêber Apo dakevin qadan!

KCDK-E'yê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kir ku 11'ê Kanûnê dakevin qadan.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê têkildarî 10'ê Kanûnê Roja Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de işaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û hate gotin, "Dewleta Tirk a faşîst ku taşeroniyê ji tecrîda navneteweyî re dike, bi rengekî bêperwa sîstema êşkenceyê dewam dike, ji bêdengiya saziyên Ewropayê û hêzên navneteweyî hêzê werdigire. Dewleta Tirk a faşîst tecrîd li ser Rêber Apo li tevahiya Tirkiye û Kurdistanê belav kiriye."

KCDK-E'yê nerazîbûn nîşanî saziyên Ewropayê û CPT da ku li pêşberî tecrîdê bêdeng in û got, "Biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî Rêber Apo gaveke girîng e, lê belê dema ku heta Îlona 2022'an daye Tirkiyeyê demeke gelekî dirêj e ku nayê qebûlkirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rêber Apo kesekî ji rêzê nîne. Rêber Apo hêviya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e, li dijî şer yekane hêza çareseriyê ye. Bi paradîgmaya xwe bûye rêberê azadî û demokrasîxwaz ê ji bo gelên cîhanê."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn, li dijî nirxên gelê Kurd şer tê meşandin û hate gotin, "Erdogan ê dîktator dixwaze bi komkujî û qirkirina gelan li ser piyan bimîne.

Tecrîda li ser Rêber Apo tê wateya şerê li dijî siberojên ji jiyana hevpar a gelan, azadî û mafên demokratîk. Ji ber vê yekê azadiya Rêber Apo tê wateya misogeriya aştiya civakî, demokrasî û azadiyê."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Sazî, rewşenbîr, kesayet û rêxistinên demokratîk, azadîxwaz, aştî û edaletê jî di nav de Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re 10'ê Kanûnê Roja Azadiya ji Abdullah Ocalan re ragihandin.

Bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Azadî ji Abdullah Ocalan re ay Cîhanê wê çalakî bêne lidarxistin û di serî de Kurdistanî wê bi daxwaza azadiya Rêber Apo tevlîbûneke girseyî li çalakiyan bibe. Di vê çarçoveyê de çalakî wê 11'ê Kanûnê bên lidarxistin."

Di daxuyaniyê de bi navê KCDK-E'yê bang gelê Kurdistanê, rewşenbîr, hunermend, ekolojîst, parêzvanên mafên jinan, alîgirên azadî û demokrasiyê hate kirin ku tevlî çalakiyan bibin."

10'Ê KANÛNÊ WEKE ROJA AZADIYÊ YA ABULLAH OCALAN HATE RAGIHANDIN

Insîyatîva Ji Abdullah Ocalan re Azadî biryar li ser da ku 10'ê Kanûnê ''Roja Cîhanî ya Azadiya Abdullah Ocalan'' be. Ji ber ku 10'ê Kanûnê ew e roj e ku ''Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan'' hatiye qebûlkirin, biryareke wiha hatiye danîn. Wê rojê wê ji Neteweyên Yekbûyî re were gotin, ''Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan'' ji bo Abdullah Ocalan bi cih bîne!''. Ji niha û pê de wê 10'ê Kanûnê weke ''Roja Cîhanî ya Azadiya Abdullah Ocalan'' were pêşwazîkirin.