KCDK-E: Em berxwedanê geştir bikin, xwedî li Kobanê derkevin

KCDK-E’yê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir û got “Em berxwedanê geştir bikin û xwedî li Kurdistan, Rojava û Kobanê derkevin.”

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin “Beriya niha 7 salan DAÎŞ’ê ji bo tunekirina destkeftiyên Şoreşa Rojava êrişî Kobanê kir. Li Kobanê jin û ciwanên Kurd berxwedaneke mezin kirin. Ev berxwedan, berxwedna rûmetê û parastiya mirovayetiya azad e.  Em KCDK-E hemû beşdarên vê berxwedanê bi rêz û hurmet silav dikin.

Berxwedana Kobanê ya ku 113 rojan domiya, hemû cîhan jê re bû şahid. Hemû kesan dîtin ku DAÎŞ çawa li Kobanê têk çû. Ev bû destpêka têkçûna DAÎŞ’ê. Bi banga nivîskar, akademîsyen, şoreşger, demokrat, ekolojîst, jin, rêxistinên girseyî 1’ê Mijdarê wekî Rojava Piştgiriya Bi Kobanê re ya Cîhanê hate îlankirin. Em 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin. Em careke din bang li gelê xwe, ronakbîr, hunermend , dostên xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku bi geşkirina berxwedanê xwedî li Kurdistan, Rojava û Kobanê derkevin.”