Karanîna çekên kîmyewî li Leîpzîgê hat şermezarkirin

Li Leîpzîgê bikaranîna çekên kîmyewî li ser qadên gerîla hat şermezarkirin, hate tekezkirin ku gerîla garantiya jiyana bindestane û ev hat gotin, “Dewleta Tirk sûcê mirovatiyê dike, OPCW erkê xwe pêk bîne."

Bi danîna standa agahdarkirinê li bajarê Leîpzîg a Elmanya, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji 23’ê Nîsanê ve li ser Herêmên Parastina Medyayê dayî destpêkirin hat protestokirin.

Stand bi pêşnegiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropa û enternasyonalîstan ve li Wîlly-Brandplatzê bi qasê sê saetan hat danîn. Di standê de belavok hatin belavkirin û ciwanên li wê derê derbas dibûn hatin agahdarkirin.

Di daxuyaniya hat dayîn de jî hat gotin ku dewleta Tirk a dagirker ji ber ku di êrişên li ser Herêmên Parastina Medya ti pêşveçûnek bi dest nexistiye, lewre serî li sûcên mirovatiyê dide û li ber çavên cîhanê gazên kîmyewî yên hatinî qedexekirin bikar aniye.

Her wiha di daxuyaniyê de hate ziman ku bêdengiya Elmanya ku di hesab dayîna ji bo tiştên bi taybetî di Şerê Cîhanê yê 2’mîn de zehmetiya dikişîne û xwediyê çekên kîmyewî yên li Dêrsîm û Helebceyê hatin bikaranîn, balkêş e û hat gotin, “Faîl diyar in, bilda dagirker werin darizandin, bila demildest Kurdistanê biterikîne.”

Di daxuyaniyê de dîsa hat tekezkirin ku gerîla garantiya jiyana bindestan e û ev bang hate kirin, “Dewleta Tirk sûcê mirovatiyê dike, OPCW erkê xwe pêk bîne.”