Ji bo şermezarkirina komployê li Helsînkî stand hate danîn

Kurdistaniyên li Fînlandiyayê dijîn û dostên wan îro ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê li Helsînkiyê standek danîn.

Bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, Kurdistanî û dostên wan ên li Fînlandiyayê dijîn çalakiyek lidarxistin.

Çalakî li Helsînkî bi danîna standan pêk hat. Di standê de ku bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li ser bi zimanê Îngilîzî hatibû nivîsandin “Dem hatiye, ji Ocalan re azadî” hatibû xemilandin, pirtûkên wî û belavokên têkildarê danasîna komployê hatin belavkirin.

Li wir çalakvanan têkildarê komployê agahî dan kesên ji qadê derbas dibin û pirtûk dan kesên ku serdana standê dikirin.

Çalakvanan her wiha daxuyaniyek bi zimanê Fînlandî dan. Her wiha ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşme berz kirin.