Ji bo Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê kampanya alîkariyê dest pê kir
Sazî û rêxistinên Êzidiyan ên li Ewropayê, ji bo jinûve avakirina Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê bi wesîleya meha xêr û xêratan dest bi kampanya alîkariyê kirin.
Sazî û rêxistinên Êzidiyan ên li Ewropayê, ji bo jinûve avakirina Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê bi wesîleya meha xêr û xêratan dest bi kampanya alîkariyê kirin.
Sazî û rêxistinên civaka Êzidî yên li Ewropayê bi kampanyayekê xwedî li Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê derdikevin ku di 17'ê Tebaxa 2021'ê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû bombekirin û di encamê de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn, 4 jî birîndar bûbûn.
Bi vê wesîleyê daxuyaniyek hate dayin û bang hate kirin.
Daxuyaniya li ser kampanyayê wiha ye:
"Sazî û rêxistinên Êzidiyan bang li civaka Êzidî û dostên xwe dikin ku di vê meha pîroz a xêr û xêratan de tevlî kampanya jinûve avakirina Nexweşxaneya Gundê Sikêniyê ya li Şengalê bibin.
Kampanya alîkariyê bi pêşengiya van saziyan pêk tê: SMJÊ -Sîwana Meclîsên Jinên Êzdî, NAV-YEK - Navenda Yekitiya Komelên Êzdiyan, HCÊ - Hevgirtina Ciwanên Êzdi, MŞD - Meclisa Şengal a derveyî Welat, HÊS - Hevbendiya Êzdiyên Suriyê NÇÊ - Navenda Çanda Êzdîxan, SMGÊ - Sîwana Meclîsên Gundên Êzdiyan pêk û PADÊ – Partiya Azadiya Demokratîk a Êzdîxanê tê kirin.
Wek tê zanîn ku nexweşxaneya Sikêniyê di roja 17'ê Tebaxê 2021'ê ji destê dewleta Tirk bi êrişa droneyên bêmirov bûn armanca komkujiyekê. Di vê êrişa ezmanî de nexweşxane hat xirakirin û 8 mirovên sivîl bûn cangorî û 4 kes birîndar bûn.
Nexweşxaneya gundê Sikêniyê ji bo tendirustî û dermankirina gelê sivîl ê bajarê Şengalê pêk dihat. Niha bi taybetî di dema nexweşiya û pandemiya Corona de pêwistiya nexweşxaneyê heye. Ji ber vê gelê Şengalê dixwaze bi xwe nexweşxaneya xwe ji nû ve ava bike û hewcedarê miletê xwe li derveyî welat e.
Sazî û pêkhateyên Koordînasyona Civaka Êzidî bang li xwedîderketina nexweşxaneya Sikêniyê û tevlîbûna van xêr û xêrata di van roj û cejnên pîroz dikin.
Kontoya Alîkariyê:
Dachverband des Êzîdischen Frauenrats e.V. Mijara Alîkariyê (Verwendungszweck): Krankenhaus für Sikêniyê Bank: Kreissparkasse Bielefeld
IBAN: DE73480501610001296540