Ji bo ciwanên hatine destgîrkirin çalakiya piştevaniyê

Ciwanên TCŞ û RHI bi çalakiyekê xwestin ciwanên li Den Haagê hatine destgîrkirin werin berdan û welatên Ewropa têkiliya xwe ya qirêj, bi dewleta Tirk re bi dawî bikin.

Li bajarê Belçîka yê Brukselê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Internasyonal Red Help (RHI-SRI) li ber avahiya konsolxaneya Holanda, ji bo ciwanên hatine destgîrkirin çalakiyek li darxistin. Di çalakiyê de pankartên “Ji bo girtiyên siyasî azadî û bila bikaranîna çekên kîmyewî li Kurdistanê bi dawî bibe“ hatin hildan.

Ciwanên di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê“ de li qadan çalakiyan pêk tînin, ji welatên Ewropa xwestin ku bila êrîşên li dijî gelê Kurd demildest bi dawî bibe û têkiliya xwe ya qirêj bi Tirkiyeyê re dawî bikin.

Ciwanan di çalakiya xwe de anî ziman ku têkoşîna gelê Kurd ne sûç e û gotin .“Em ê têkoşîna xwe ji bo hevalên xwe yên destgîr kirî mezin bikin.“