Ji bo 55 ciwanên destgîrkirî piştevanî mezin dibe

Enternasyonalîstên ji Elmanya, Katalonya, Galîçya û Fîlîpînê ji bo ciwanên ku ji aliyên polîsên Den Haag’ê hatibûn destgîrkirin peyama piştevaniyê dan.

Piştî ku Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) banga xwedîderketina li 55 ciwanên ku li Den Haag’ê hatibûn destgîrkirin ragihand, ji Elmanya, Katalonya, Galîçya û Fîlîpînê peyam û dîmenên piştevaniyê hatin.

Ciwanên Berlînî diyar kirin, “Artêşa Tirk bi mehane li Başûrê Kurdistanê êrişên bi gazên jehrî pêk tîne, OPCW ciwanên ku van êrişan şermezar dikin ji avahiya xwe dûr dixe û wana digire. OPCW û rayedarên Hollandayê; em pir hêz û silavên piştevaniyê ji bo ciwanên girtî re dişînin. Berxwedaniya me ji zextên we pir xurttir e!”, û piştevaniya damezrînerê Partiya Komunîst a Fîlîpînê Jose Marîa Sîson û hevalên wî, ciwanên ji Katalonya û Galîçyayê jî ragihandin.