Heyeta KNK’ê ji bo koçberên li ser sînorê Belarûsê bi rê ket

Heyeteke KNK’ê ji bo lêkolîna rewşa koçberên li ser sînorê Polonya û Belarûsê bi rê ketine. Heyet wê hewl bide li ser rewşa koçberan bi rayedaran re jî hevdîtinê bike.

Bi hezaran penaberên ku piraniya wan ji Başûrê Kurdistanê ne, ev demek e li ser sînorê Belarûs û Polonyayê di daristanê de asê mane. Ji bilî çend rêxistinên mafê mirovan heta niha tu kes li wan xwedî derneketine. Li gorî agahiyan heta niha ji ber serma û bêderfetiyan herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dane. 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser vê bûyerê ji destpêkê heta niha, di nava hewldanan de ye. Ji bo çareyek ji vê rewşa giran re bê dîtin, KNK bi rêya nûnertiya xwe ya Moskowayê, bi rayedarên Rûs û Belarûsê re di nava peywendiyan de ye.

Ji bo rewşa penaberan li ser sînorê Belarûs û Polonyayê bişopîne û çareseriyekê ji vê rewşê re bibînin, Hevserokê KNK'ê  Ahmed Karamûs jî di nav de, heyeteke KNK'ê ji navendê rê ketiye. Her wiha ji nûnertiya KNK'ê ya Moskowayê jî, wê çend kes tevlî heyetê bibin. Heyet wê hewl bide ku bi rayedarên Belarûs û Polonyayê jî li ser vê rewşê hevdîtinan bike.