Çalakiya li ber Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dewam dike ku bi dirûşma "Azadî wê bi ser bikeve; Ji bo Abdullah Ocalan bikeve nava liv û tevgerê" ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re hate destpêkirin.
Firat Vûral, endama SMJÊ Zekiye Agirman, Çavreş Torî û Hevserokê FCDK/KAWA Abdulvahap Alper li ser armanca çalakiyê ji ANF'ê re axivîn.
Firat Vûral ku bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Frankfûrtê tevlî çalakiyê bûye, bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê.
Vûral anî ziman, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandorê li girtîgehan hemûyan dike û got, "Weke ku tê zanîn 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan e. Bi vê wesîleyê di navbera 10-17'ê Kanûnê de li cîhanê çalakî têne lidarxistin. Bi navê Navendên Civaka Kurd ên li Elmanyayê em vê hefteyê ji bo Abdullah Ocalan çalakiyan li dar dixin. Nirxandina mafên mirovan a li Tirkiyeyê divê ji Îmraliyê bê destpêkirin. Ji ber kku sîstema li Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye."
Vûral diyar kir ku ew li navenda siyaseta Ewropayê li ber vê yekê radibin, nerazîbûnê nîşanî tecrîdê didin û got, "Eger Konseya Ewropa û CPT di mijara tecrîdê de zextê li Tirkiyeyê bike ev yek wê ne tenê li Îmraliyê her wiha li girtîgehan hemûyan xwedî bandor be." Vûral destnîşan kir ku bi navê Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd li Elmanyayê di hefteya Mafên Mirovan de wê dengê xwe bêhtir bilind bikin.
'8 MEH IN AGAHÎ JI RÊBERTÎ NAYÊ WERGIRTIN'
Endama Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) Zekiye Agirman jî bi bîr xist ku 8 meh in ew bi ti awayî nikarin agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigirin û got, "Nêzî 11 sal in em li ber CPT di nobedê de ne. Madem saziyên Ewropayê dibêjin ku ew demokrat in, dikarin heyetekê bişînin û agahiyê ji rewşa Rêbertî werbigirin. Heta ku heyetekê bişînin Îmraliyê em ê jî çalakiyên xwe dewam bikin.
Hefteya derbasbûyî hate ragihandin ku li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê dewleta Elman ceza li DAÎŞ'iyekî birî. Weke gelê Êzidî em ji vê yekê kêfxweş bûn, lê belê piştî çend rojan dewleta Tirk êriş bir ser Şengalê û komkujî kir. Li Xanesorê ji pêşengên xelkê Êzidî Merwan Bedel (Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê) qetil kir. Em ji vê derê bang li gelê Êzidî, gelê Kurd dikin ku xwedî li Şengalê derkevin. Bi navê gelê Êzidî em van êrişan ti carî qebûl nakin. Dewleta Tirk çiqasî êriş bike jî em ê xwe xurtir bikin. Bi hezaran kes wê bidin ser şopa Merwan, Zekî û Zerdeşt."
Zekiye Agirman di dawiya axaftina xwe de got, "Heta ku em hebin em ê dilsozê Rêbertî û PKK'ê bin. Rêbertî û gerîla ji bo me xeta sor e. Bang li tevahiya gelê Êzidî dikim ku bila xwedî li rêbertî û gerîla derkevin. Bi vê wesîleyê di şexsê hevalê Merwan de şehîdên azadiyê hemûyan bi rêz bi bîr tînim, şehîd namirin, bijî berxwedana Şengalê."
'MALBATA BARZANÎ ÇIMA DESTÛRÊ DIDE BI DEHAN BAREGEHÊN DEWLETA TIRK?'
Ji koma Saarbruckenê Çavreş Torî jî diyar kir ku bi îdeolojî û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew li cîhanê hatin nasandin û got, "Sala 2014'an dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrişî Şengalê kirin, gerîlayên bi îdeolojiya Rêbertî bi awaya gelê Êzidî ve hatin. Gelê Şengalê piştre xweserî ragihand û dest bi rêvebirina xwe bi xwe kir. Ji wê rojê ve dewleta Tirk bi çekên welatên Ewropayê êrişî Şengalê dike. Xelkê me yê Êzidî, pêşengên wan qetil dike. Naxwazin ku gelê Kurd azad bibe, naxwaze gelê Êzidî xwe bi xwe bi rê ve bibe.
Yek ji berpirsyarên vê komkujiyê malbata Barzanî ye. Ji me re dibêjin 'ya hûn ê mîna berê kole bimînin, ya jî em ê nehêlin ku hûn xwe bi xwe bi rê ve bibin'. Em malbata Barzanî rexne dikin. Madem xwe weke nûnerê gelê Kurd dibîne, madem li Başûr Kurdistaneke azad heye, hebûna bi dehan baregehên dewleta Tirk ji bo çi ye, çima destûrê dide dagirkeriya dewleta Tirk? Dewleta Iraqê jî ji berpirsyarên vê rewşê ye. Nabe ku dewleta Tirk bi tank û topan êriş bike û dagir bike. Divê li dijî vê yekê helwestê nîşan bide."
'DERDÊ WELATÊN EWROPAYÊ FIROTINA ÇEKAN E'
Hevserokê FCDK/KAWA Abdulvahap Alper diyar kir ku ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew tevlî çalakiyê bûne û got, "Rewşeke bê qebûlkirin nîne ku rêberê gelekî 23 sal in tecrîdkirî ye. CPT qaşo komîteya pêşîgirtina li êşkenceyê ye, lê mixabin di mijara Kurdan de xwe ker û lal dike. Ne tiştekî dibihîze, ne jî tiştekî dibîne. Ev ne tiştekî bê qebûlkirin e. Madem we ev pîvan danîne divê ji bo her kesî derbas bibe.
Dewletên Ewropayê tenê ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin. Yekane derdê wan firotina çekan e. Ti ji berpirsyariyên xwe yên li pêşberî gelê Kurd bi cih nînin. Em jî vê yekê qebûl nakin. Ji bo azadiya Rêberê xwe em ê heta dawiyê têbikoşin."