HDP li Fransayê bi komên siyasî re civiya

Şandeya bi pêşengtiya Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan, li Praîsê bi komên siyasî yên li Meclîsa Netewî ya Fransa re rêze civîn pêk anî.

Şandeya ku ji Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Alîkara Hevseroka Berpirsa Ji Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca, Parlementerê Colemêrgê Saît Dede pêk tên li Fransayê rêze civîn pêk anîn.

Bûldan û heyeta pêre, bi komên siyasî yên li Meclîsa Netewî ya Fransayê re civiyan.

Şandeya ku piştîr bi Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Fransa Olîvîer Faûre û bi sekreterê neteî yê partiyê Dylan Boûtîflat re civiya û şûnde bi Alîkarê Serokê Parlemetnoyê ji Partiya Komûnîst a Fransayê Pîerre Laûrent, Serokê Koma Partiya Komûnîst Andrê Chassaîgne, Senedor Pîerre Dharrevîlle û ji berpirsê Têkiliyê Derve yê Partiya Komunîst Pascal Torre re civiya.

Şande piştî saetên nîvro bi Partiya Çep a Fransa û Koma Parlementoya Fransa a Serî Natewîne re bi tevlîbûneke mezin civiya.

Ji kesên pêşîn ên Koma Fransa a Serî Natewîne û namzetê Serokkmariya Fransayê Jean-Lûc Malenchon, Serokwekîlê Koma Fransa ya Serî Natewîne Erîc Coqûerel û Parlementer Mathîlde Panotsol, Serokê Partiyê Jean-Chrîstoph Selîn re civînek berfireh hate kirin.

Di hevdîtinê de li ser pêşketin û bûyerên siyasî yên li Tirkiye û herêmê nîqaş natinkirin, heman demê li ser têkiliyên Fransa-Trkiye jî nirxandin hatine kirin.

Şande wê sibe jî bi nûnerên komên din ên li parlemetnoyê ne re bicivin.