HDP'ê danûstandinên xwe yên li Spanyayê qedand

Heyeta HDP'ê li Spanyayê hin danûstandin kir. Di serdanê de bi nûnerên partiyên siyasî û rayedarên hikumetê re hevdîtin hatin kirin.

Heyeta HDP'ê ya ji Berdevka Partiyê Ebrû Gunay, Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve Hişyar Ozsoy û Parlamentera Amedê Dersim Dag pêk tê, di 3-5'ê Mijdarê de li paytexta Spanya Madrîdê hevdîtin kirin.

Endamên heyetê bi nûnerên partiyên siyasî, berdevkên komên partiyan ên li Komîsyona Karên Derve ya Meclîsa Spanyayê, rayedarên hikumetê, senator û parlamenteran re rûniştin û têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Spanyayê, Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewropayê re nirxandin.

Di hevdîtinan de rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê, fikrê siyasî yê HDP'ê, meseleya Kurd ku veguheriye pirsgirêka herêmî û pirsgirêkên li Sûriye û tevahiya Rojhilata Navîn, her wiha aloziya li Rojhilatê Derya Spî hatin nîqaşkirin.

Di hevdîtinan de pirsgirêkên jinan ên li Tirkiye û Kurdistanê, tengasiyên ji ber vekişîna ji Peymana Stenbolê weke rojeveke taybet hatin nirxandin.

Di hevdîtina bi Wezîra Dewletê ya ji Wekheviyê Berpirsyar a ji partiya PODEMOS de hate destnîşankirin ku di mijara mafên jinan de divê ew hevkariyê bikin. Wezîr diyar kir ku wê ji bo çalakiyên 8'ê Adarê bang li jinên HDP'î bikin ku bên Madrîdê.

Di hevdîtina bi rayedarên hikumetê re jî rojev têkiliyên Tirkiyeyê bi Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewropayê re bû.

Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê wê têkiliyên dîplomatîk ên bi Madrîdê û herêmên otonom ên Katalonya, Bask û Galîçyayê re zêdetir bike.