Gardiyanê berê yê kampa komkirinê ya Naziyan tê darizandin

Darizandina gardiyanê berê yê kampa komkirinê ya Naziyan dest pê kir. Josef S. ku tê gotin li Sachsenhausenê dixebitî, bi hevkariya ji komkujiya 3 hezar û 518 kesan tê sûcdarkirin.

Kesekî 100 salî ku tê sûcdarkirin di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li kampa komkirinê ya Sachsenhausenê ya li nêzî Berlînê weke parastvanê SS ê Naziyan wezîfe dikir, ji hevkariya komkujiyan tê sûcdarkirin.

Doza bersûc ku ji hevkariya komkujiya 3 hezar û 518 kesî tê sûcdarkirin, li Dadgeha Eyaletê ya Neuruppinê pêk tê.

Gumanbarê ku li gorî pîvanên nepenîtiyê yên Elman tenê weke Josef S. tê pênasekirin, tê îdîakirin ku di navbera salên 1942 û 1945'an de li Sachsenhausenê weke endamekî qeydkirî yê baskê paramîlîter ê partiya Naziyan dixebitî.

Parêzerê gumanbar Stefan Waterkamp roja Pêncşemê ji dadgehê re got ku muwekîlê wî 'wê nepeyive, tenê li ser rewşa xwe ya şexsê agahiyan bide'.

Antoine Grumbach ê 79 salî ku bavê wî li kampê hate kuştin, xwest ku 'gengaziya sûcdariyê' ya bersûc bê qebûlkirin.

Rayedaran diyar kirin ku bersûc li gel temenê xwe yê dirêj jî dikare tevlî dadgehê bibe, lê belê saetên tevlîbûna li rûniştinan wê kêm be.

Di navbera salên 1936 û 1945'an de li Sachsenhausenê zêdeyî 200 hezar mirov dihatin hiştin. Bi deh hezaran mirov ji ber birçîhiştinê, nexweşiyê, xebitandina ji neçarî, her wiha ji ber testên tibbî, gulereşandinê, daliqandinê û bi gazê ji aliyê SS ve hatin kuştin.

Li gorî zanyaran ji 40 hezar heta 50 hezar mirovî hatin kuştin, lê belê tê texmînkirin ku hejmara qurbaniyan nêzî 100 hezar kesî ye.

Dozger Cyrill Klement di daxuyaniya xwe de ya ji bo dadgehê got, "Bersûc wezîfeya parastinê ku bi rengekî bêpirsgirêk entegreyî sîstema kuştinê hatibû kirin, bi wijdanî bi cih anî û bi zanebûn û daxwaza xwe tevlî vî karî bû."

Leon Schwarzbaum ê 100 salî ku ji Sachsenhausenê rizgar bû weke mêvan tevlî rûniştinê bû. Schwarzbaum ku ji kampa kuştinê ya Auschwitz û kampa komkirinê ya Buchenwaldê jî bi saxî filitî wiha axivî, "Ji bo bîranÎna hevalên min, xizmên min, hezkiriyên min ên hatin kuştin, hêvîdarim ku ev ê bibe rûniştina dawî ya ji bo mehkûmkirina sûcdarê dawî."

Rûniştina dozê wê 19'ê Cotmehê dewam bike.